• Monday, 06 May 2024
logo

Hunermend Cemal Hîdayet koça dawî kir

Hunermend Cemal Hîdayet koça dawî kir

Duh 23.04.2024ê hunermendê mûzîkjen ê navdar ê Hewlêrê ji ber nexwaşiyê di temenê xwe yê 93 salî de koça dawî kir.

Hunermend Cemal Hîdayet wek yekem kesê kurd peymangeha hunerên ciwan a Bexdayê temam kiriye û zêdetirî 50 salan xizmet ji mûzîk û hunera kurdî re kiriye.

Ew hunermend wek yek ji kesên xîmê mûzîka kurdî tê pênase kirin û demeke dirêje ji ber nexwaşiyê ji karê hunerî dûr ketibû, îro koça dawî kir.

Hunermend Cemal Hîdayet Ebdula sala 1931ê li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Yekem mûzîkjenê udê bû li bajarê Hewlêrê, sala 1952yê de di bin destê du mamostayên bi ezmûn fêrî mûzîk û jenîna ûdê bûye, ku yek ji wan mamostayan Filîstînî, yê din jî Misrî bûye. Ji peymangeha hunerên ciwan ên Bexdayê 1955ê li 03.10.1956ê li dibistana Îbin Mistefa û Erbîl Ûla wek mamosta destbikar bûye. Sala 1957ê mamosta û wanebêjê sirûd û mûzîkê bûye li xaneya mamostayên xort de. Heman salê ji bo şeş mehan li salona Îbn Mistefa yekem dewreya zanyariyên mûzîk û amûran li Hewlêrê bi navê koma mûzîkê ya ‘’Dersîm’’ damezrand. Sala 1958- 1959 yekem gruba mûzîkê li Hewlêrê bi navê mûzîk a Dersîmê damezrand. Sala 1959-1970 wek jenyarê ûdê beşdarî li hemû şahî û festîvalên hunerî yên Hewlêrê kiriye.

Sala 1971ê endamê damezrînerê koma hunerî ya Hewlêrê bûye û 20 salan serokê desteya rêveberiya wê bûye. Sala 1973-1991ê rêveberê çalak ê dibistana Hewlêrê bûye û beşdarî li hemû festîval û karên hunerî yên wezareta perwerdê kiriye. Sala 1974-1975ê wanebêjê sirûdan bûye li xaneya mamostayên jin. Sala 1975ê endamê damezrîner ê Sendîkaya Hunermendên Hewlêrê bûye. Sala 1982-1991 Serokê Desteya Rêveberiya baskê Hewlêrê yê sendîkaya hunermendên Iraqê bûye. Sala 1997ê Serokê Desteya Rêveberiya Orkestraya Kurdistanê bûye. Sala 1996-2004 serpereştê perwerdeya sirûd û mûzîka dibistanên destpêkê bûye.

Hunermend Cemal Hîdayet wek yekem kesê kurd ê peymangeha hunerên ciwan ê Bexdayê temamkiriye. Sala 1959ê koma mûzîk a ‘’Dersîm’’ damezrand û zêdetir ji 50 salan xizmet ji mûzîk û hunera kurdî re kir.

 

Basnews

Top