• Saturday, 27 April 2024
logo

Maher Zain straneke bi Kurdî belav kir

Maher Zain straneke bi Kurdî belav kir

Stranbêjê navdar ê cîhanê Maher Zain yekem klîba xwe ya Kurdî ku li Amedê kişandiye weşand.

Maher Zain yekem klîba xwe ya bi kurdî a bi navê "Ey Xefûr û Rehîn" ku li Amedê kişandibû, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî û YouTube weşand.

Zain derbarê stranê li ser hesabê xwe yê Xê bi Kurdî û Îngilîzî parvekirinel kir û wiha got:

Silav xwişk û birayên hêja. Hêvîdarim ku hûn strana min a nû ya bi navê "Ey Xefûr û Rehîm" a bi kurdî biecibînin.

Vê strana bi kurdî ji bo we diyarî dikim. Remezana we bi xêr û bêr be.”


Klîba ku berhemên çand û dîrokî yên Amedê nîşan dide, rastî eleqeyeke nezin hat.

Li aliyê din Maher Zain di bernameyeke ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat sazkirin de konserek da.

Gelek kes beşdarî konsera ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê hat lidarxistin bûn.

 

Rudaw

Top