• Monday, 29 April 2024
logo

Îdrîs Îsmaîl: YNKê ew sozana ji bîr kiriye ku di radestkirina Kerkûkê de ji wan re hat dayîn

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
Îdrîs Îsmaîl: YNKê ew sozana ji bîr kiriye ku di radestkirina Kerkûkê de ji wan re hat dayîn

Endamekî dema pêncem a parlamentoya Herêma Kurdistanê dibêje, YNKê sozên Heşdî Şeibî û Îranê yên ne cîbicîkirî yên derbarê şandina bûdceya Silêmaniyê û radestkirina Kerkûkê de ji bîr kiriye, Ji ber tevlêbûna xwe ya bi wan re nikare ji gotinên wan derkeve.

Endamê dema pêncem ya Parlamentoya Kordistanê Îdrîs Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand û got: Me pêştir jî eve gotiye ku çi ji YNKê bê, wê ji bo jinavbirina pêkhateya Herêma Kurdistanê bike, nizane ku bi xwe jî bi vî karî ji nav diçe, neçare jî û divê li gel neyaran berdewam be û nikare xwe derbas bike, ji ber ku destwerdana Heşdî Şeibî û Îranê dike û gelek soz daye wan û soz jî ji wan re hatiye dayîn.”

Herwah got: ‘’ Yan ji bîra YNKê çûye, yan jî xwe dixapîne ku bi radestkirina Kerkûkê, çendîn soz ji aliyê Heşdî Şeibî û Îranê ve jêre hatine dayîn, yek ji wan şandina bûdceya Silêmaniyê rasteras li Bexdayê bû, lê kanê? Bi xwe baş dizane ku ne Heşdî Şeibî ne jî Îran cihê baweriyê nînin, lê belê ji ber ku destêwan jî li gel wan têkel bûye û nikare li gotina wan derkeve û xwe derbas bike.’’

Herwah diyar kiriye, ya ku YNKe ji bo dijayetiya Herêma Kurdistanê dike û birçîkirina xelkê me, ji bilî caşitî û xolamtiya bo dijminan tiştekî din nine, her tiştekî ku neyar jêre bêje, li gel wan okêye, nikarin jî dijî şovîniyekî bersiva wan bide û di destpêka dema pêncemîn û kabîneya nude, herçend ku YNKe hevbeşa Hikûmetê jî bû, lê belê piyekî wê li gel opozîsyonê bûye, ne li ser xatirê xelkê, belku li ser daxwaza axayên xwe de.

Rûnîşî kirdewe, ke ewey yekêtî deykat bo djayetîy herêmî kurdistan û birsîkirdnî xellkekeman, cge le caşayatî û xulamêtîy bo dujimnan hîçî dîke nîye, her ştêk neyar pêy bllêt layan okeye, naştwanin djî şovênîyek wellamyan hebêt, le seretay xulî pêncemî perleman û kabîney noda, herçende yekêtî hawbeşî hkûmet bû, bellam pêyekî legell opozsyon buwe, nek lepênaw xellkda, bellkû leser daway axakanî.

 

Basnews

Top