• Monday, 29 April 2024
logo

Roja hilbijartinên Şaredariyên Rêveberiya Xweser diyar bû

Gulan Media March 29, 2024 Nûçe
Roja hilbijartinên Şaredariyên Rêveberiya Xweser diyar bû

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Rojavayê Kurdistanê biryar da ku hilbijartinên şaredariyan 30ê Gulanê bên kirin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rojavayê Kurdistanê doh li bajarê Reqayê yekem civîna xwe li dar xist.

Li gorî agahiyan, di civînê de mekanîzmaya komîsyonê hat nîqaşkirin û dema destpêkirina hilbijartinan hat diyarkirin.

Di civînê de komîsyonê 3 ofîs damezrandin û ji bo her ofîsekê hevserok hatin hilbijartin.

Komîsyona Bilinda Rêveberiya Xweser piştî civînê konferanseke rojnemegeriyê li dar xist û roja hilbijartinên şaredariyan diyar kir.

Komisyonê biryar da ku hilbijartinên şaredariyan 30ê Gulana 2024an bên kirin.

Herwiha komîsyonê ji welatiyan xwest ji bo pêkanîna adalet û demokrasiyê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin.

 

Rudaw

Top