• Monday, 29 April 2024
logo

Hunermendekî kurd ji ber beşdariya di cejna Newrozê de hat girtin

Hunermendekî kurd ji ber beşdariya di cejna Newrozê de hat girtin

Hunermendekî kurd ji ber sedema beşdariya di rêûresma Newrozê li Rojhilatê Kurdista, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hat girtin.

Li gor agahiyan roja çarşemê 27.03.2024 hunermendê temen 35 salî yê bi nave Mihemed Ebaszade yê ji bajarê Îlamê ji aliyê hêzên ewlekariya îranê ve hatiye girtin û ji bo cihekî nediyar hatiye guhestin.

Komeleya mafên mirov a Hengav ragehandiye ku ev hunermend û piştî ku ji rêûresma cejna Newrozê dizivire, li Şohana Melekşahî, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve li yek ji taxên wî bajarî tê girtin.

Beriya naha jî Mihemed Ebaszade, piştî gotina sirûd ango marşekî ji bo xwepêşandanên sala borî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve di mala xwe de hatibû girtin û piştre bi kefalet hatibû berdan.

Li gor wan dîmenên ku li Şohana Melekşaha Îlamê hatine belav kirin, rêûresmeke bi heybet ya Newrozê bi rêve çûye û marşa netewî hatiye xwandin.

 

Basnews

Top