• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Efxanistanê lehî: Bi dehan mirî û birîndar hene

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Li Efxanistanê lehî: Bi dehan mirî û birîndar hene

 Wezareta Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê ragihand, “Sê rojên dawiyê ji ber barana boş û lehiyê herî kêm 33 kesan canê xwe ji dest daye.”

33 mirî, 27 birîndar

Berdevkê Wezareta Karesatên Xwezayî ya Efxanistanê Cenan Sayeq li ser xisarên lehiyê ev agahî dan:

“Ji ber barana ku ji roja înê ve dibare û lehiyê xisareke zêde ya mirovî û aborî çêbûye.

Li gorî agahiyên destpêkê 33 kesan canê xwe ji dest daye û 27 kes jî birîndar in.

Sedema sereke ya mirinan rûxîna xaniyan e.

600 xanî ji binî rûxiyane yan jî beşeke wan herifiye.

600 kîlometre rê bi temamî xera bûye û du hezar hektar erd mane di bin avê de û êdî bi kêrî çandiniyê nayên.”

Li Efxnistanê bi temamî 34 parêzgeh hene û baranê xisar gihandiye 20 parêzgehî.

Piştî ku li Efxanistanê Talîban çûye ser hikim alîkariyên navneteweyî bi awayekî berbiçav kêm bûne.

Adara borî jî ji ber barîna berf û baranê li Efxanistanê 60 kes miribûn.

Efxanistan bi ziwayî û hişkesaliya xwe tê naskirin lê ji ber guherîna avhewayê demên dawiyê gelek caran berf û baran dibarin û dibin sedema xisarên zêde.

Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî daye ku Efxanistan rûbirûyî guherîneke xurt a avhewayê ye.

Çiriya Pêşîna par jî erdhejeke bihêz parêzgeha Hîratyanê ya Efxanistanê hejand.

Di vê erdhejê de hezar û 500 kes mirin û 30 hezar xanî rûxiyan.

 

Rudaw

Top