• Wednesday, 01 May 2024
logo

Sûdanî û Biden îro li Koşka Sipî dicivin

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Sûdanî û Biden îro li Koşka Sipî dicivin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Koşka Spî ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden dicive û li ser rêkeftina stratejîk a Bexda-Washington û mijarên din ên girêdayî bihêzkirina pêwendiyên aborî û siyasî yên di navbera her du welatan de gotûbêjan dike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya îro danê êvarê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re dicive. Lê beriya civînê, Sûdanî dê bi Wezîrê Derve Anthony Blinken, Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin û Wezîra Xezîneyê Janet Yellen re bicive.

Tê pêşbînîkirin di civîna Sûdanî bi Janet Yellen re ku Serokê Banka Navendî jî dê tê de beşdar be, sizayên li dijî bankên Iraqê û derketina dolar bi qaçaxî ji Iraqê û bi taybet bo Îranê were gotûbêjkirin.

Sûdanî roja 13ê Nîsanê de li ser vexwendina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden ligel şandeke hikûmet, parlamento û sektora taybet çû Washingtonê.

Sûdanî berî ku biçe li Bexdayê got, dê hejmarek wezîr, parlamenter û şêwirmend û nûnerên sektora taybet, karsaz û pîşesaz ligel wî bin. Armanca serdanê jî, aktîvkirina peymanên stratejî di warên enerjî, darayî û bankî, veguhestinê, şerê li dijî gendeliyê û vegerandina samanên Iraqî ji derve, herwiha xwendina bilind û geşepêdana çandî ne.

 

K24

Top