• Tuesday, 30 April 2024
logo

Emar Hekîm: Dawî anîna erkê Hêzên Hevpeyman di karnameya Serokwezîrê Iraqê ya serdana Amerîka de tine

Gulan Media April 17, 2024 Nûçe
Emar Hekîm: Dawî anîna erkê Hêzên Hevpeyman di karnameya Serokwezîrê Iraqê ya serdana Amerîka de tine

Rêberê Tevgera Hîkme derbarê serdana Sûdanî ya Amerîkayê de dibêje: ‘’Dawî anîna erkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê di karnameya Serokwezîrê Iraqê ya serdana Amerîka de tine.’’

Îro 17.04.2024ê Rêberê Tevgera Hîkme Emar Hekîm li Silêmaniyê di gotarekî xwe de diyar kir, dê demekî nêzîk de Serokê Parlamentoyê bê helbijartin.

Herwaha derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de jî got, dawî anîna bi erkê Hêzên Hevpeymana Navnetewî di karnameya Serokwezîr a serdana Amerîkayê de tine.

Derbarê êrîşên Îranê li ser Îsraîlê jî got, Îranê ji nav axa xwe ve êrîş kiriye.  

 

 

Basnews

Top