• Wednesday, 01 May 2024
logo

Amerîka baregeha xwe ya li Dêrazorê bi sîstema berevaniya asmanî bihêz dike

Gulan Media April 18, 2024 Nûçe
Amerîka baregeha xwe ya li Dêrazorê bi sîstema berevaniya asmanî bihêz dike

Hêzên Amerîkayê sîstemên berevaniya asmanî yên pêşketî li baregeha xwe ya li kêlgeha Omer a li Dêrazorê bicih dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyeke barhilgir a Amerîkayê li baregeha Omer a li gundewarê Dêrezorê daket û sîstemên berevaniya asmanî yên pêşketî danîn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di dema daketina firokeyê de, dewriyeyên hevbeş ên leşkerî yên hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêmê hatine kirin.

Ji aliyekî din ve, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 40 kamyonên ku çek û cebilxane hilgirtibûn derbasî binkeya xwe ya li Til Bêdarê ya li bakurê Hesekê kirin.

Di dama dawî û bi taybetî piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 7ê Cotmeha 2023an de, gelek caran baregeha hêzên Amerîkayê li kêlgeha Omer rastî êrîşên bi mûşek û dronan tê.

Kêlgeha Omer a petrolê li başûrê rojhilatê Dêrazorê ye û baregeheke mezin a Hevpeymaniya Navdewletî lê ye û gelek caran ji aliyê mîlîşyayên ser bi Îranê ve rastî êrîşan hatiye.

 

K24

Top