• Wednesday, 01 May 2024
logo

Raportekî Medyayî: Îran di êrîşa xwe de nexwast ti ziyanekî bigehîne Îsraîlê

Gulan Media April 18, 2024 Nûçe
Raportekî Medyayî: Îran di êrîşa xwe de nexwast ti ziyanekî bigehîne Îsraîlê

Tora Medyayî ya Sky News a Brîtanyayê di raportekî de dibêje, encama kontrolên wan mûşekên balîstîk ên Îranê de, ku avêtibûn Îsraîlê û hatibû xistin û aşkera dike ku ew êrîş tenê sembolî ne û di rastiyê de Tehranê niyeta ziyan gehandina Îsraîlê nebûye.

Herwaha tê ragehandin ku eger yek ji wan mûşekên mezin li ser cîheke kombûna rûniştvanan de ketiba xwarê, bêguman ziyanên mezin û wêranker digehande Îsraîlê.

Roja yekşema borî Îranê zêdetir ji 300 mûşek û dronan ve, ku nav de 110 mûşekên balîstîk jî hebûn êrîşî Îsraîlê kir. Herwaha Îsraîlê ragehand, nêzîkî sedî 99ê wan mûşekan ku dron û mûşekên croise jî di nav de bûn, li esman hatin têkşikandin û ti ziyanek negeheşte Îsraîlê.

Li gor peyamnêrê Sky News ku hin paşmayên wan mûşekan dîtiye û dibêje: ‘’Mûşek ewqas mezin diyarbûn ku zehmete mirov bawer bike ku ew mûşek rastî ne.’’

Herwaha dibêje, dema ku binkeyekî leşkerî yê nêzîk peravên welat bûye, tanka sotemeniya mûşeka cruise dîtiye ku li esmanê Îsraîlê hatiye xistin. Û dibêje: ‘’Ew mûşeka dirêj 11 metreyan dirêj bû, dibe ku berî bê avêtin mezintir jî be.’’

Li gor heman raportê, wê mûşekê mesafeya hezar mîl derbaskiriye û nêzîkî nîv ton teqemenî têde bûye û dibêje: ‘’Êrîşa Îranê êrîşeke sembolî ye. Ji ber eger her yek ji wan mûşekên balîstîk li navendekî rûniştvanên Îsraîlê ketiba, wê demê ew êrîş dê wêranker ba, lê Îranê niyeta wê ya ziyan gehandina Îsraîlê nebûye.’’

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Daniel Hagari ku ew mûşek ji peyamnêr û nûçegehanan re nîşan daye got: ‘’Êrîş dê bê ceza derbas nebe.’’

Herwaha got: ‘’Avêtina 110 mûşekên balîstîk rasterast ji bo Îsraîlê, bê bersiv namîne. Bi piştrastî em bi wî awayî dê bersiv bidin ku em bixwe heldibijêrin.’’

Li gor raportên çapemeniya Îsraîlê, gotûbêjeke tund di navbera Hikûmeta Îsraîlê de heye, derbarê çawaniya bersivdana êrîşên Îranê de û li gor daxuyaniyên Tehranê, êrîşa wan di çarçoveya mafê berevanî li xwe kirinê de bûye, ku di destpêka vê mehê de Îsraîlê êrîşî konsulxaneya Îranê ya li Şamê kir û 2 jê generalên payebilind, 7 berpirsên Îranê hatibûn kuştin.

Hikûmeta Netenyahu di bin fişarê de ye, ji bo ku bilez û bi tundî bersiva wan êrîşan bide. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu amadeye bi her nirxekî êrîşeke wêranker li ser Îranê bike. Bi taybet jî êrîş bike ser saziyên atomî yên Îranê û ev jî dê rêgiriyê li Îranê bike, careke din wêrekiya Îranê ya ji bo êrîşên waha namîne bo li ser Îsraîlê.

Herçend rêveberên Îsraîlê li ser wê yekê hemnêrînin ku pêwîste di demekî kurt de bersiva Îranê bê dayîn jî, lê tirsa wan ji wê yekê heye ku bersivdaneke wisa dibe ku hevpeymaniya dost û cîranan jî bixe metirsiyê, şeva êrîşa Îranê de alîkariya parastina Îsraîlê kirin.

Sernivîskarê rojnameya Times a Îsraîlê David Horovitz ku şarazayê peywendiyên navnetewî ye ragehand: ‘’Nîgeranî heye ku eger em tolhildin, metirsiya têkçûna wê hevpeymaniyê heye û xuyaye bibe sedemê bertekên din ên Îranê û bi wî awayî şerekî navçeyî û dibe ku şerê cîhanê jî derkeve.’’

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron jî ragehand, aşkeraye Îsraîl di dawiya heftiyê de biryarê dide ji bo pêngav avêtinê û bersiva êrîşa dronên komî û mûşekên balîstîk ên Îsraîlê bide.

Herwaha diyar kiriye, hêvîdare ku ew bersivdan bi awayekî be ku di asta herî kêm de alozî li navçeyê pêkbên.

Herwaha got: ‘’Divê em vê bizanin tolhildana Îsraîlê ji Îranê tiştekî teqeze û bê du dilî dê Îsraîl wê bike.’’

 

Basnews

Top