• Wednesday, 01 May 2024
logo

Parlementoya Holendayê bernivîsek dijî Tirkiyeyê pejrand

Gulan Media April 18, 2024 Nûçe
Parlementoya Holendayê bernivîsek dijî Tirkiyeyê pejrand

Di bernivîsê de mercek bo Tirkiyeyê hatiye diyarîkirin.

Şeva derbasbûyî parlementoya Holendayê bernivîsa proje qanûnekê dijî Tirkiyeyê bi piraniya dengan pejrand.

Li gor çapemeniya Holendî di bernivîsa proje qanûna han de hatiye eşkere kirin ku, heta her yek ji Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala ji girtîgehê neyên azadkirin vê Holenda nûjen kirina rêkeftina gomrikî li gel Tirkiyeyê bloke bike.

Parlementoya Holendayê diyar kiriye ku, eger ev du girtî neyên azadkirin vê Holenda rê nede Yekîtiya Ewrûpayê ku, yekîtiya gomrikê li gel Tirkiyeyê nû bike.

 

 

K24

Top