• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Tokatê du erdhej!

Gulan Media April 18, 2024 Nûçe
Li Tokatê du erdhej!

Li navçeya Sulusarayê ya parêzgeha Tokatê ya Tirkiyeyê şeva borî du erdhej çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku pileya erdheja yekem 4,7 û pileya ya duyem jî 4,1 e.

Li gorî AFADê, erdhejan demjimêr 01:06 û demjimêr 02:35an rû daye.

Kûrahiya erdheja yekem 9,97 û kûrahiya erdheja duyem jî 7 kîlometre bûye.

“Ti agahiya xirab nehatiye”

Parêzgarê Tokatê Numan Hatîpoglu çû navçeyê û got:

“Xebatên tîmên me yên li qadê berdewam dikin, heta niha ti agahiya xirab nehatiye.”

Numan Hatîpoglu ragihand ku li navçeyên Sulusaray, Artova û Yeşîlyurtê dê dibistan îro girtî bin.

Li hêla din, erdhejên li pey hev bûn sedema tirsê û xelk heta berê sibehê li derve ma.

 

Rudaw

Top