• Thursday, 02 May 2024
logo

Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî, sêyemîn hevdîtina navneteweyî a Hewlêrê ji bo karên rojnamevaniyê birêve diçe

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî, sêyemîn hevdîtina navneteweyî a Hewlêrê ji bo karên rojnamevaniyê birêve diçe

Çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan birêz Mesrûr Barzanî, di rojên 22 heta 23ê Nîsana 2024’an li hotela Şeraton li bajarê Hewlêrê û Sendîkaya Rojnamevanî a Kurdistanê, ‘’bi diruşma parastina jiyana rojnamevan(IFJ) hemahengiya li gel Lijneya Zayendî a rojnamevaniyê li cudakariya zayendî’’, sêyemîn hevdîtina navneteweyî ya Hewlêrê ji bo karên ronjamevaniyê, bi amadebûna hejmarek ji mêvanên biyanî û hejmareke zêde ji ronamevan û aliyên pêywendîdar birêve diçe.    

Rojnamevanê Kurdistan, Azad Hemedemîn Neqîbî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lijneya Zayendî, lijneyeke navneteweyî ye ku amadekariyê ji bo hemahengî kirina li gel Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê (IFJ) bo birêveçûna wê hevdîtinê ragehandiye û ev hevdîtine îsal, hevdîtina sêyemîn a Hewlêrê ye ku hejmareke zêde ya mêvanên biyanî û rojnamevan û aliyên pêywendîdar ji bo  mijar û panelên wê hevdîtinê hatine vexwandin û di 126emîn salvegera destpêka karvanê roja rojnamevaniya kurdî de birêve diçe.’’

Rojnamevan Neqîbî herwaha ragehand, hevdîtin dê di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li hotêla Şeraton a Hewlêrê were lidarxistin.

Herwaha got: ‘’Di hevdîtinê de biryare çend gotar û panêlek di derbarê pirsgirêka zayendî û cudakariya zayendî di karên rojnamevaniyê de dê bin pêşkêşkirin, ku eve sêyemîn hevdîtine û berê 2 hevdîtinên din her  di derbarê pirsgirêka karê rojnamevaniyê li bajarê Hewlêrê birêve çûbûn.’’

 

Basnews

Top