• Thursday, 02 May 2024
logo

Macron ji bo K24ê: Em li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam dibin

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
Macron ji bo K24ê: Em li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam dibin

Serokê Fransayê radigehîne, “Em dê li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam bin û me hevparî jî heye”.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro (Pêşncşem, 18ê Nîsana 2024ê) di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê Barzan Hesen de ragehand, “Em dê li ser alîkariya Pêşmergeyan berdewam bin û me hevparî jî heye”.

Serokê Fransayê di derheqa Hewlêrê de got, “Em gelek giringiyê bi ewlehiya hêzên xwe û hevpeymanan li tevaya deverê didin, lewma em gelek pabend in û me sîstema xwe li wê derê binecih kiriye”.

Emmanuel Macron amaje jî da, “Me li Hewlêrê sîstema Patriotê nîne lê me xwe guncandiye, me sîstema xwe bi serbaz û hêzên taybet re li wê derê binecih kiriye, ji bo ku em şiyanên xwe tevî dostên xwe biparêzin”.

 

K24

Top