• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokkomariya Tirkiyeyê li ser serdana Erdogan a Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Serokkomariya Tirkiyeyê li ser serdana Erdogan a Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj kirine.

Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Hewlêrê de û nevaroka civînên wî yên bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokkomariya Tirkiyeyê da zanîn:

“Serokkomar di civînê de daxuyakirin ku ew dûrketina Îraqê ya ji tundûtûjiyê kêfxweş e û tekez kiriye ku êdî dema wê yekê hatiye ku PKK ji rojevê derkeve.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan di civîna xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de mijarên herêmî, cîhanî û mijara “rûbirûbûna terorê” gotûbêj kiriye

Hat diyarkirin ku wî di civînê de tekez kiriye ku “Edî dema wê yekê hatiye PKKyê ji rojeva xwe derbixin.”

Di beşek ji daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew projeyên ligel Îraqê hatine îmzekirin û hevkariya hatiye kirin Herêma Kurdistanê jî li xwe digirin.

Erdogan tekez kiriye ku divê bêyî beşdariya aliyên sêyem diyalogeke tendurist di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe.

Erdogan îro çû Bexdayê û li wê derê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya wî kir.

Erdogan û şandeya pê re bi Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê di navbera Tirkiye û Îraqê de ji bilî Peymana Projeya Rêya Geşepêdanê 25 peymanên din hatin îmzekirin.

Erdogan li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Civîna aliyan li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.

Tê gotin ku ji bilî pêwendiyên dualî di hevdîtinan de mijara hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê jî ku par hatibû rawestandin, hat rojevê.

Şandeya bi Erdogan re ji Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat, Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û çend wezîr û berpirsên bilind ên Tirkiyeyê pêk hat.

Serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bi dawî bû û ew û şandeya pê re ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ketin.

 

Rudaw

Top