• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî     civiya

Behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke civata Pîranya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke civata Pîran ya Amerîkayê kir ku, ji her yek ji birêz Senator Ted Budd û Senator Johnny Erntz pêk hatibû.

Di civînê de ku, her yek ji birêz balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanawski û Konsulusê giştî yê Amerîkayê li herêmê Mark Straw jî têde beşdar bûn, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û pêşhatên dawî yên Îraq û giringiya parastina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê kir.

Şanda civata Pîran ya Amerîkayê piştîvaniya welatê xwe bo parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê dubare kir.

Me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê, bi taybetî piştîvanî kirina hêzên pêşmerge kir û tekez li ser giringiya çareser kirina kêşeyên herêmê û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê, rêkeftinan û rêz girtin ji sîstema federalî û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û di vê derbarê de me tekez li ser girîngiya meşandina hilbijartineke azad, şefaf û dadmend bi beşdariya tevahiya aliyan û parastina mafên pêkhateyan kir.

 

 

Top