• Sunday, 19 May 2024
logo

Sûdanî: Bi rêya lijneyên hevpar rêjeya berbazarkirina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê tê diyarkirin

Sûdanî: Bi rêya lijneyên hevpar rêjeya berbazarkirina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê tê diyarkirin

 Serokwezîrê Îraqê û Wezîra Çandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan û li ser çandinê û rewşa cotyaran li sernaserî Îraq û Herêma Kurdistanê danûstandin kirin. Serokwezîrê Îraqê ragehand, “Bi rêya lijneyên hevpar, rêjeya berbazarkirina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê tê diyarkirin”.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 05.05.2024) bi berhevbûna Wezîrê Çandinê yê Îraqê Ebas Cebir Malikî pêşwaziya Wezîra Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî kir.

Her du aliyan di civîna xwe de danûstandin li ser dozên çandinê li sernaserî Îraqê û werzê berbazarkirina berhemên çandinê û qebareyên diyarkirî ji bo wergirtina berheman li Herêma Kurdistanê û tevaya parêzgehên Îraqê kirin.

Herwesa di wê civînê de danûstandin li ser rewşa bendavan jî hatin kirin, xasma her çar bendavên serekî yên Herêma Kurdistanê û giringiya dabînkirina pêdivîtiyên çakkirin û berdewamkirin û parastina wan.

Sûdanî û Talebanî behsa zêdetir piştevanîkirina cotyarên Kurd bi rêya dabînkirina amûr û teknolojiya nû kir, ku hêsankariyan ji bo bidestxistin û bilindkirina astê berhemên çandinê dike.

Sûdanî di wê civînê de tekez jî kir ku piştevaniya bingehên ewlehiya xwarinê dike û ragehand, “Ev qet ji ewlehiya niştîmanî kêmtir nîne”.

Sûdanî herwesa ragehand, “Rêkarên hikûmetê pêxemetî hêsankariyan ji bo wergirtina berhemên cotyaran û lezatiya dana mafên darayî wesa dike ku astê berhemên niştîmanî zêde bibe”.

Navbirî ron jî kir, “Lijneyên hevpar qebareya genimê wergirtî yê cotyarên Herêma Kurdistanê diyar dikin û tîmeke taybetmend a ji wezaretên peywendîdar pêkhatî jî lidûçûnê ji bo rewşa bendavan bi giştî dike”.

 

K24

Top