• Sunday, 19 May 2024
logo

Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe

Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe

Rêkeftina hikûmeta Iraqê bi Amerîkayê re ji bo kirîna helîkopter û firokeyên şer, bûye sedema nakokiyê di nav serkirdeyên Şîe de. Hin serkirdeyên Şîe dibînin ku rêkeftineke wiha dê hejmûna Amerîkayê li Iraqê zêde bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî nîvê meha borî çûbû Amerîkayê. Sûdanî ji bo kirîna 21 firokeyên şer û helîkopteran bi Amerîkayê re peymanek îmze kir. Herwiha çend firokeyên perwerdeyê jî ji aliyê rêveberiya Biden ve wek diyarî hatin dayîn.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî got: “Li gorî rêkeftina di navbera Sûdanî û rêveberiya Biden de, Amerîka dê 12 helîkopterên Bill 412 û 9 firokeyên Bill 407 bide Iraqê.” Xefacî got: “Amerîka dê 5 firokeyên din ên Bill 412 wek diyarî bide Iraqê.

Serkirdeyên Şîa ji peymana Sûdanî û rêveberiya Biden ne dilxweş in. Di daxuyaniya xwe ya dawî ya derbarê rêkeftinê de; Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî got, ev rêkeftin dê hejmûna Amerîkayê li ser hêzên çekdar ên Iraqê zêdetir bike.

Di heman demê de, hin parlamenterên nêzîkî Îranê gav li dijî peymana Sûdanî ya bi rêveberiya Biden re ji bo biçekkirina hêzên asmanî yên Iraqê avêtine û dixwazin bi rêya Komîteya Destpakiyê vekolînê li ser xerciya girêbestan bikin û gumana wan a gendeliyê heye.

Mijara biçekkirina hêzên asmanî yên Iraqê, yek ji gendeltirîn mijarên ji sala 2003an vir ve ye, ku yek ji wan mijarên herî mezin jî kirîna fiorkeyên şer ên Rûsyayê di dema kabîneya duyem a Nûrî Malikî de ye.

 

K24

Top