Sûdanî banga rawestandina qaçaxçîtiya li deriyên sînor yên Başmax û Perwîzxan dike
Duh yêkşemê parlamenterekî Iraqê aşkera kir Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî di civînekê de rexne li baskdarê bi qaçax li herdu deriyên Başmax û Perwêzxan girtiye û daxwaz kiriye ku bê rawestandin.
Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hin fraksyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê îro li gel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî civiyan.
Parlamenterê Iraqî yê Fraksiyona PDKê Merîwan Qeranî ragihand, Sûdanî li ser mijara pirsgirêka qada baskdaran û qaçaxçîtiya li ser sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kiriye.
Herwaha got, Sûdanî ragehandiye ku ji ber qaçaxçîtiyê ziyaneke mezin li Herêma Kurdistan û Iraqê li xwedanên wê qada baskdaran ketiye, herwiha rasterast behsa her du deriyên sînor yên Başmax û Perwîzxanê kir û ew bi qaçaxçitiyê tawanbar kirin.
Merîwan Qaranî li ser zarê Sûdanî got ku wî daxwaza çareser kirina pirsgirêkê kiriye û hêvî dike ku kesên li herêmê kontrolê dikin rawestin an jî rê li ber wê bigirin.