• Friday, 17 May 2024
logo

Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”

Bulend Arinç ji Gulan re: “zilim û zora li kurdan hatiye kirin, wek wê li dunyayê nebûye”
Birêz Bulend Arinç Cêgirê Serok Wezîrên Turkiya daxwaza govara Gulan qebûl kir dema ku jê xwastî dîdarek taybet tev wî encam bide, lewra vê carê nûçegehanê Gulan ber bi Ankerayê ve çû û li koçka serok wezîrên Turkiya, cêgirê serok wezîran ji bo xwêndevanên Gulan da axiftin, merema me ji vê dîdara taybet ew bû zindî ji devê yek ji danerên parta dad û geşepêdanê (AKP)ê egera van guhartinên li Turkiya peyda dibin guhdarbikin û me xwast tev wî van gav havêtinên ber bi aştiyê û siyasetek vekirî û pirsa Kurdî li Turkiya û peywendiyên herêma Kurdistanê û Turkiyayê bas bikin. bi sipasî ve cenabê cêgirê serok wezîrên Turkiya mawê 50 xuleka ji bo bersivdana pirsên me terxan kir û bi dil firehî bersiva pirsên me da, ev jî têkista dîdara govara Gulan e tev Bulend Arinç Cêgirê Serok Wezîrên Turkiya.
Bulend Arinç cêgirê serok wezîrên Turkiya di çend rêzekan de:

Bulend Arinç yeke ji sê aydiyolokên AKP ê, di nava AKP`ê de paş Receb Teyib Erdogan, Bulend Arinç kesê herî bi bandor û bizvêner e. Bulend Arinç ji bo endam û kadrên AKP`ê piştevanek pir menewî ye. ew berpirs be yan na senga xwe her heye û wê her hebe. dema em ji bo encamdana vê dîdarê gehiştîn wir, wî li nava koçka serokatiya wezîrên Turkiya bi dev ken û girnijîn û bi her du zimanên Kurdî û Erebî got “bixêr hatin”. derbarî kesatiya wî siyasetmendê parêzvan pir caran welatiyên Turkiya gengeşê diken û peyvên wê dibine egerê gengeşeka berfireh. hejmara wan kesên Bulen Arinç bi sembola nûbûnê didanin hejmareka herî pir e, lê hjmara hevrikên wî jî pirin. bi dîtina hineka ev kese kesek sipiye hinekên din dibêjin ev kes reşe lê bi xwe ev kes kesekê hemerenge, egera hemerengiya wî jî ji bo dîtinên wî yên siyasî yên serdemane vedigere. ya ji hemûyan giring tir bi ya Bulend Arinç ew zilm û sitema li Kurdn hatye kirin wek wê sitemê di dîroka nû ya mirovatiyê de ne bûye.

Ew a birtir bala me kişandî ew karmend bûn ew ên li cem Bulend Arinç di nava koçka serokatiya wezîrên Turkiya de kar dikin ku beşekê pir ji wan Kurd bûn, piraniya wan derçuyên kolîja ragehandinê bûn.

Bulend Arinç ku niha cêgirê serok wezîrên Turkiyê ye li sala 1948 ê hatiye dinê û li sala 1970 ê bawernama yasa li zanîngeha Ankera bi destxistiye paş wê wek parêzerekê serbexwe kar li bajarê Mensiya kiriye û her di wê salê de tevlî siyasetê bû, û li sala 1995ê weke endamekê Parta Refahiya Ỉslamî û nûnerê bajarê Mensiya bû endam di perlemana Turkiya de, paş daxistina parta refahî ya Turkî li sala 1998 ê, Bulend Arinç peywendî bi parta fezîle ya Turkî kir û li sala 1999 ê carek din wek endamê parta fezîle û nûnerê bajarê Mansiya dibe endamê perlemana Turkiya û di nava perlemanê jî de dibe endamê komîta karûbarên derve, lê dadgeha Turkiya li sala 2001 ê parta fezîle jî daxist, lewra Bulend Arinç tevî Receb Teyib Erdogan serok wezîrê niha yê Turkiyayê parta dad û geşepêdan AKP`ê damezrand û di helbijartinên sala 2002 ê de dîsan wek endamê AKP`ê û nûnerê bajarê Mensiya dibe endamê perlemana Turkiya û ji bo serokatiya perlemanê hat helbijartin û li sala 2009 ê jî tevî Cemîl Çeçîk bû cêgirê serok wezîrên Turkiya û niha jî li ser karê xwe dûmdike.



Gulan: hîn 10 sal bi ser damezrandina AKP`ê derbaz nebûne, AKP`ê di vê dema kurt de karî destkeftên mezin bidest bêxe erê nepeniya vê serkeftina bi lez çiye?

Bulend Arinç: AKP`ê li 14 tebaxa 2001 ê hat damezrandin. wate 9 sal bi ser damezrandina wê re derbaz bûn, her ji roja damezrandina AKP`ê ta îro welatî pir bi coş pêşwaziyê lê dikin. Di helbijartinên dawiya sala 2002 ê de ku hîn jiyê parta me sal û nîv bûn û hîn partek bir genc bû, lê karî piraniya dengan bidest bîne û bibe xwedî deshelat di van 9 salan de me karî di du helbijartinan de serkeftinê bidestbînin herweha di du helbijartinên rêvberiya herêman û du rêfrandoman de me piraniya dengan bi destveanî em li pêş hemû partên din yên siyasî bûn. pêwîste li ser van serkeftinên mezin li destpêkê, sipas ji bo xudayê mezin û herweha sipasiya gelê xwe dikin ku piştevaniya me kir. em xwe bi deyndarên wan dizanin. îro eger em çavxuşandinekê li encamên rêfrandoma 12 ê eylolê bikin, wê encamên helbijartinên perlemanê yên sala were ji bo me xuya bi bin, em dê piraniya dengan bidestxin û dîsan ji bo cara sêyan em ê bi tenê deshelatê birêvebibin. ev jî serkeftinek pir mezine. 9 sale AKP`ê hatiye damezrandin, lê ez (Bulend Arinç) 34 salin xebata siyasî dikim. di nava sê partên siyasî de min postên giring bi stuyê xwe ve girtine. di nava perlemanê de min berpirsyariya serokê firakisyon û serok perleman bi stuyê xwe ve girtiye. lewra dema ez pişt germê siyaseta xwe ya derbazbûyî bim ez dikarim serkeftina AKP`ê bi vî rengî helsengînim:

Yekem: ev part xwedî nasnamek parêzkar û demokratîke, xwedî nasnameke ku tev daxwaziyên gelê Turkiyê diherikîne. wate em wek AKP`ê xwe bi rast yan çep nabînin, belku em xwe wek partek parêzkar û demokratîk nasdikin. dema em basê parêzkariyê dikin, wate em xudaniyê li pîroziyên hevbeşên milet dikin. di nav wan pîroziyan de hevbeşî, bawerî, rewişt, keltûr, ayîn, ziman û dîrok hene. ji bilî ku em ta dawiyê girêdayî wan pîroziya ne, em xudaniyê jî li wan pîroziyan dikin. ji ber ku xwe girêdan yan rêzgirtin li wan pîroziyan bi tenê ne bese belku pêwîste jî em xwe bi xudanê wan bizanin.

Duyem: demokratîbûne. em demokratiyê wek stayilê here başê jiyanê dibînin, pîverên demokratiyê ji bo xwe em wek nimûne dibînin. wate em alîgirên demokratiyê ne, gel xwe bixwe birêve bibe, bicihkirina daxwazên gel egerê duyem yê serkeftina me ye. bi ya min nasnama parêzkar û demokratî nasnameyeke ku xelkê Turkiya li hêviyê bûn û jê hez dikin. lewra herdem piştevaniya AKP`ê dikin. egerekê din yê serkeftina me, ew e ku guhê me û çavên me li nav milete. em guhdariya pêşinyarên wan dikin, û daxwazên wan bicih dikin. ya ji vê giringtir ew e em siyasetek xizmetkarane dikin binemayê xwe û pêşkêşî dikin, wate ew partên siyasî yên berî AKP`ê li ser deshelatê berî her tiştî giringî bi berjewendiyên xwe yên siyasî didan û berjewendên giştî yên xelkê piştguh dihîştin, me berjewendiya xelkê berçav wergirt û kire binemayê serekî û ew xizmetên ev çend sale piştguh hatine hîştin em xebatê têda dikin ,li vî alî bi taybet di rewşa tendirustî û perwerdê de me xizmetek baş û rind pêşkêş kir. herwesa di bîyavê wize û veguhastinê de me xebatek baş kir. gelê Turkiya bi dirêjiya 87 salan ku jiyê komara Turkiya ye baştirîn û rindtirîn xizmet li ser demê AKP`ê dîtiye, gelê Turkiya beramber wê xizmeta di jiyana xwe ya rojane de werdigirin giringiyê bi AKP`ê didin. di ser vê jî re danerên AKP`ê di nav xelkê de xweşdivîne. wate danerên AKP`ê bi rastgo û dehmen paqij û wek kesanên nav xwe dizanin. lewra danerên AKP`ê bi tenê partî damezrandin lê milet xudanî li hemû tiştan kir. her bi wê taybetiyê ta îro ew siyaset domdike. bi wê xizmeta em pêşkêşî miletê xwe dikin em ser bilindin û ta dawiyê jî em ê li gor daxwaziyên wan û ji bo paşeroja wan xebatê bikin. em piştrastin çawa ta duhî Turkiya miletekê mezin bû, îro jî bi heman reng dewletek mezine û bi bûrîna demî wê ev ji hemû dunyayê re xuya bibe.

Gulan: zaravê parêzkarî, li gel arastê îro yê cîhanê hev nagire. dema AKP`ê tekezê li nasnama xwe ya parêzkar dike, merem pê ji çi alî ve ye?

Bulend Arinç: li pirsa berê min basê vê yekê kir. em ne wek partên parêzkarên Ewrop ne, mîna parta parêzgara Berîtaniya, ji hemû aliyan ve em ne wek wan in, li destpêkê bipiştrastî ve di bêjim em ne stato parêzin, belku em li hember statok parêza hevrikiyê dikin. di heman dem de em alîgirên guhartin û nûvekirinê ne. parêzkariya me ji wan çavkaniya ne ew ên gelê me pê ve girêdayî ye. wate dijminahî nekirin û bê rêz nekirina wan pîroziyan, di vî alî de parêzkariyê cihê xwe di nav miletê Turkiyê de girtiye herçend cudahî ji aliyê etnîkî di nav gelên Turkiya de heye lê her hemû girêdayî xêzanê û baweriyê ne, em ji vê hêlê ve parêzkarin.

Gulan: bêgoman hinek kes û alî AKP`ê wek partek baladest yan lojîka baladest dipîvin. ev pîvan jî wataya sucbar kirina parta we dide ku dibêji AKP`ê destbiser dewletê da girtiye. win vê yekê çawa dibînin?

Bulend Arinç: eger mebest bi parta baladest ew be ku ev mawê 9 salane em bitenê li ser deshelatê ne, ev tiştekê raste ku em li ser deshelatêne, lê AKP`ê bi xwe heznake biryara bisepîne belku AKP`ê bi xwe ji wî rewiştî heznake. 35 salin ez dinav xebata siyasî de me. min di nava çend partan de kar kiriye. lê AKP`ê ji hemûyan birtir rêz û hurmetê li milet digire, yekem car milet part û serkirdatiyekê dixweze daku pêre bimîne. milet bi wê xizmeta AKP`ê pêşkêş dike pir dilşade, yasa û sîstema helbijartinê ji bo hemû partan wek heve, li vir dema piraniya gel deng dan AKP`ê û rêz lê girtin ji bo me çi deshelatek taybet tune ye. egera serketina me bi rastgoyî û xizmetkirina xelkê û gel ve girê daye.
Ew sîstema helbijartina ji bo CHP`ê, MHP`ê, BDP`ê heye her ew sîsteme ji bo AKP`ê jî heye. ya ji wê birtir ez dikarim wek endamekê parta deshilat bêjim, her partek dema li ser deshelatê be tûşî xeletiyan dibe û opozisyon ji vê yekê hêzê bidest xwe dixe. ev yek yarîgehê ji bo opozisyonê xweş dike, lê opozisyona Turkiya nikare vê yekê bike, Ji ber ku AKP`ê parteka bihêze. wate parta baladest wê nake çavkaniya xwe ku di dema bi tenê li ser deshelatê be bizava ji nav birina partên din yan lawaz kirina wan bike.

Gulan: AKP`ê li sala 2001 ê hat damezrandin û mifa ji wê valahiya siyasî ya wî demî li Turkiyê hebû dî gelo eger ne ji ew valahiya siyasî ba AKP`ê mîna îro her bihêz dibû? bo nimûne eger AKP`ê di rewşeka wek niha de hatba damezrandin, wê ev mezin bûn û bihêzketin heba?

Bulend Arinç: pirseka ciwane ji ber ku dema em ber bi sala 2001 ê diçûn li Turkiya siyaset îflas bibû. partên siyasî çi senga xwe nemabûn. Kuwalisyona pir bê hêz hebû, Turkiya di du qeyranên abûrî re derbaz bibû. xelkê hawar dikir: (( kî wê me rizgar bike, kî wê hevkariya me bike. parteka rastgo li kuderê ye, ew siyasetmedarên gendelî nekirî li kuderê ne?)). AKP`ê di rewşeka weha de hat damezrandin. lewra pirsa te di cihê xwe deye.

Eger AKP`ê di rewşeka wek niha de hatiba damezrandin, erê da tabloyeka cuda tir be. helbet îro pir partên siyasî hene ku nû hatine damezrandin. Erê gelo ew dikarin cihê AKP`ê bigirin? bersivdana vê pirsê pir zehmet û çetine, çûnkî AKP`ê hemû valahî tijî kirin. çi valahiyek ne hîştiye lewra ya baştir ew kes xwe ji bo vê yekê newestînin.

Gulan: di xizîrana bê de helbijartinên perlemana Turkiya wê werin kirin. gelo parta we rêja dengên xwe û hêza xwe wek berê wê biparêze?

Bulend Arinç: bi ya min em dê bikarin rêja 47% ku me di helbijartinên 2007 ê de bi dest xistibûn biparêzin. rêja dengdana rêfrandomê nabe pîver ji bo helbijartinên perlemanê, ji ber ku di nav rêfrandomê de egerên din hebûn ku bandor li ser rêja dengderan kiribû, di heman dem de ew rapirsiyên îro tên encam dan nîşan didin ku wê AKP`ê 46% dengan bi destbêxe. em pişt rastin ku dengên me rêja 47% kêmtir nabe.

Gulan: AKP`ê li sala 2007 ê rêjeka pira dengan li wan bajêran bi dest xist ku piraniya xelkê wan bajaran Kurdin, lê di helbijartinên herêmî yên sala 2009 ê rêja dengên we li wan dera kêm bû. di helbijartinên bê de bi taybet li bajarên Kurdan win li hêviya rêjek çawa ne?

Bulend Arinç: helbijartinên bajêrvanî (herêmî)yê cudane ji helbijartinên perlemanê. di helbijartinên herêmî de bêtir berbijêr giringiya xwe heye, lê di helbijartinên perlemanê de partê pirtir giringiya xwe heye. AKP`ê çi di helbijartinên herêmî de be yan yên perlemanê be rêja dengên xwe bilind kiriye. di helbijartinên perlemanî yên sala 2002 ê rêja dengên me 35% bû. lê di helbijartinên sala 2007 ê bû 47% . di heman dem de di helbijartinên herêmî yên sala 2004 ê rêja dengên me 42% bû. lê belê ev rêje li sala 2009 ê bû 40% . di helbijartinên sala 2009 ê de CHP`ê û MHP`ê bi hev re dijî AKP`ê kar dikirin sererayî vê jî AKP`ê karî ji 16 şaredarîyên mezin 10 an bi dest xwe ve wîne. her weha ji 57 şaredariyên parêzgehan me karî 48 an bi dest xwe ve wînin. ji bilî vê me karî 470 ê şaredriyên bajêran û 1400 bajêrkan bi dest xwe xin. em îro di astekê bihêz dane. li başûrê rojhelatê enadolê jî du part kêşbirkê dikin. ew jî yek AKP`ê ye ya din BDPê ye AKP`ê rêja dengên xwe parastiye wexte zêdetir jî bûye. lê BDP`ê pirsek cudaye li wan bajêrên piraniya wan Kurdin, ji sala 2002 ê ta îro dengên me kêm nebûne.

Gulan: di nav AKP`ê de kîjan aliyê rêveber xwedî biryar û deshelata bilind e? gelo çawa ev part tê birêvebirin?

Bulend Arinç: di nava AKP ê de rêvebirinek bê nimûne yê pir baş heye. hemû partên siyasî yên Turkiya girêdayî yasayên partên siyasî ne. ji vî alî ve pêkhateyeka heremî di qadê de ye, her wek di nav partên din jî heye her heman stayil di nav AKP`ê jî de heye, di nava parta me de dezgehê dadweriyê heye. herweha di nava AKP`ê de çarçovekê bê sînûrê azadiyê heye. hemû kes dikarin bi azadî rexenê bikin. her kes dikare bi sanahî di nav AKP`ê de di hemû biyavan de gazin, lêpirsîn û dûvçûnê bike, li gor peyrewa me ya nav xwe bi îmza 20 kesan vekûlîn û dûvçûn li gel wezîrekî tê kirin. ev yek di nav tu partên din de tuneye. li nav AKP`ê zaravê givaştin û totalîtar tuneye. ji bo çareserya kêşên Turkiya me daxwaza rêvebirna hevbeş kir, li ser hemû kêşan em gengeşê û giftûgoyê bi hev re dikin bi hev re biryarê didin û bizava cêbecêkirinê em didin.

Gulan: di nav AKP`ê de kîjan kes bi bandûr in. bas li Receb Teyib Erdogan û Ebdula Gul û cenabê te tê kirin. win her sê kes wek aydiyoloka AKP`ê tên naskirin?

Bulend Arinç: hinek kes li Turkiya hene vê rêzbendiyê dikin. ji ber ku me hersêyan bi hev re dest bi siyasetê kiriye. em hevdu baş nas dikin. em ji dil û can siyasetê dimeşînin û xudaniyê li Turkiya dikin. paşê xudayê mezin yek ji me kir serok wezîran û yek serok kumar û ez jî kirim serokê perlemanê. helbet her kesê li her cihekî be û karek bikeve ser milan her li wir wî karî dike, dîsan peywendiyên me bi hevalên me re pir pir başin. di nav partî de wek bira em rêz li hev digirin. di mawê van 9 salan de me kêşên mezin yên Turkiyayê çarekirin. ji xwe me gav destpêkirin ji ber ku berûvajî me ne dikarî vî ciwaniya niha heyî bi dest bêxin. çûnkî ji xwe dest pê kirin di be egera serketinê.

Gulan: çiqas partên siyasî yên Turkiya tûşî qeyranan dibin. serokên wan tên guhartin, ji bo man li ser kursiya deshelatê hevrikiyê dikin. AKP`ê çawa rûnedana vê qeyranê temaşe dike?

Bulend Arinç: ev qeyrane di nav parta me de rûnade, ji ber ku rêz û viyan ji bo hevdu di ser hemû tiştan re ye. ji bilî vê berî ez hizir li xwe bikim ez hizir li hevalên xwe dikim, di nav kesên vê partê de hevbendiyek peydabûye. bo nimûne di helbijartinên serokatiya komarê de berêz Erdogan postê serok komar hêjayî Ebdula Gul didî lê berêz Gul di got na ev post mafê teye. di nav partên din de ev yek tuneye. Aha, nepeniya serketina me eveye.

Gulan: hikûmeta AKP`ê, çawa biryara destpêkirina pirosa vekirina demokratîk da?

Bulend Arinç: pirosa vekirina demokratîk yan pirsa yeketiya neteweyî, wexte jiyê wê bibe 2 sal. li meha Gulana sala 2009 hikûmeta AKP`ê ev mijar di nav xwe de gengeşe û giftûgo kir. paş ev babet şande nav hola civînan li civata ewlehiya neteweyî MGK`ê. paş gengeşekirna vî babetî li wê dezgehê biryar hat dan ev wek pirosa dewletê be, ji ber ku gerek hemû dezgeh piştevaniyê li vê pirosê bikin.

Gulan: binemayên serekî yên destpêkirina vekirina demokratî û Kurdan çine? gelo di wê siyaseta hûn peyrew dikin, binemayek heye ku qet ne di şiyanda be were bicihkirin?

Bulend Arinç: ew pirosa sê sitûnî ya serekî ya li ber dest. yaxîbûn û bêzarbûne ji tîrorê. xûn rijandin û samanê welatê me bi herwe diçe. ev pirose yekem car dawî anîna tîrorê ye. helbet tîror li hindir û li derve jî çekdar hene. Ocelan di Îmralî de di bin dadgehê û zindanê daye, qendîl, Mexmûr û başûrê rojhilat. wate çend egerên din hene. Turkiya ne yekem welate li cîhanê tûşî tîrorê bûy. çendîn welatan paş milmilanek dirêj di vê rewşê de ji nû serketin bidest xistine. em jî wek Turkiya divê ji vê tîrorê qurtal bibin. ya em dixwazin ew e ku êdî ev rêkxirawe hêrişên çekdarî encam nede. dest ji çekê berdin û vegerin ser axa xwe. eger venegerin jî bila herin cihekê din, em jî dê xebatê bikin ji bo xweşkirina cih ji wan re. ji ber ku berî AKP`ê bigehe vê encamê serok erkanê sopa û fermandaê hêzên zemînê ku ev kêşe bi tu awayî bi çek çareser nabe. di vê hêlê de gereke di biyavê siyasî û aborî û keltûrî de hinek gavên din werin havêtin, helbet ta îro tîrorek heye û em jî hember radiwestin. lê di heman dem de gereke li wan egeran bigerin yên ku bûne egera berhem anîn û dirustkirina tîrorê. tîror tenê encameke, ku ev encame jî ji çend sedeman peydabûye, her ji vî alî ve AKP`ê ji bo cara yekeme vekûlînê li wan egeran dike û di heman dem de ji bo nehêlana wan eger û pirsgirêkan kar dike.
yek ji wan egeran paşvemana abûriye. herêmek hejare, ku rêja bêkariyê pir bilind bûye gîştiye radeke weha ku derçûyên zanîngehan jî bêkar dimînin. wate gereke qada peydakirina nan ji bo hemû kesan bê xweşkirin. reftarek xerab, eşkence, tawanên tawanbar veşartî be li wê herêmê cihê gil û gazindê ye. ev yek hemû li dijî xelkê wê herêmê tê kirin, em ji nû hêdî hêdî rêyê li bikerên wan tawanan digirin. dema welatiyek dibê nasnama min ev e welatiyekê din qij dike û dibêje nexêr ez danpêdanê bi nasnama te nakim. axiftin bi zimanê Kurdî qedexekirî bû, Şerefedîn Alçî ji ber ku tekez li ser Kurd bûna xwe kiribû hate zîndan kirin. li sala 1980 ê qedexekirina karê siyasî li ser min hat danan. me ev hemû dî, me dî ku pir caran pîrejinek 70 ê salî ku Turkî nizane nexweş diket dibirin nexweşxanê ji ber ku bi Kurdî di peyvî jê re digot tu sûcbarî, ew zilm û sitema li Kurdan hatî kirin li çi cihan li vê dûnyayê wek wê nebûye. li zîndana diyarbekir qeşmerî pêkirin û kêmkirin û lêdan beramber zîndaniyan bikartanîn. pir ji wan kesên ku ji wê zîndanê derketin ber bi çiya ve çûn û gotin divê em sizayê wan kesan bidin ew ên em eşkence didan. bi dehan tiştên din hene ku bûne egera peydabûna tûnd û tîjiyê. ji vir û pêde kesê din nahê eşkencedan û êşandin. rêja eşkencedanê bûye zîro anku nemaye, ji îr pê ve raftara xerab bi tu kesî natê kirin, ji niha û pêde hemû kes bi azadî dikarin derbirînê ji nasnama xwe bikin. dikarî bêjî ez kurdim, dikarî bi zimanê xwe fêr bibî. radyo û telefizyona bi Kurdî damezrînî. ev hemû berî 30 salan tawanên herî mezin bûn. Kurd wê mafê keltûrî bi dest xwe xin, Kurd wê karibin herin zozanên xwe, xwe ji hev nêzîk kirin wê asayî bibe, derbarî vê pirsê me biryardaye. ji vir û pêde ew zilm û sitema li Kurdan dihat kirin dobare nabe û wê bi dawî were. ew birayên me ne, em ê giringiyê bi herêma wan bidin. Em ê li wê herêmê cade û nexweşxana vekin. ew bi xwe wê derbirînê ji nasnama xwe bikin. ew bi xwe wê bi rengên cuda cuda bipeyivin û bi keltûra xwe dê xwestekên xwe bicihkin, daku ev civake di jiyanek asayî de bijî divê hemû mafên wan ji nasnama etenî û baweriyên cuda cuda ji bo hemû tex û giropan hebe. ji bilî vê hejmareka xelkê li çiya hene. hinek kes hene ku hêrişan dikin, em ji wan re dibêjin hêdî bese ji vir û şûnda hêrişan nekin, we çi divê, win daxwaza mafên siyasî dikin qada siyasetê xuyaye, eger win daxwaza guhartina destûr dikin, ew wê were kirin. taku di şiyan dabe em ê hemû tişta bikin, bes tenê daku ew xwe ji şer û tundûtijî û çekan dûr bêxin û Qendîlê vala kin? weha gereke ew ên ta niha tundûtîjî dikir û li dadgehê bi sûcbar tên naskirin û sûc li ser hene bila venegerin Turkiya. kuve derin bila herin, lê ew ên tenê peywendî tev wê rêkxirawê (PKK`ê rêporter)hebû û çûne dervey Turkiya û destê wan bi xûnê sor nebûne bila kerembikin vegerin Turkiya. vegerin welatê xwe û ser axa xwe.

Gulan: bi ya we wê ev pirosa han çend dirêj bike?

Bulend Arinç: eger kar dirust birêve here di mawê yek sal de wê bi dawî were. me çend gavên wek vekirina TRT6 û enistîtyota Kurdolojî havêtine.

Gulan: erê ew gavên hatin havêtin besin ji bo çareserkirina pirsgirêkek aloz bi vî rengî?

Bulend Arinç: di pêş me de çi gavên bi vî rengî nehatbûn havêtin. li vî welatî biryara rewşa ne asayî kardikir. AKP`ê ev biryare ji navbir. em dewleteka yasayîne, em neçarin hinek gavan bavêjin ku tevî yasa û destûrê bigunce.

Gulan: win tev serok wezîr Rceb Teyib Ardogan gotinên baş û pozetêf dikin, lê serok wezîr carina hinek daxuyaniya dide dibe egera bêzariya xelkê. gelo gotina serok wezîran ((bila kes ji destê me li benda xwendina Kurdî nebe)) ne hevdije li gel siyaseta vekirinê?

Bulend Arinç: li gor destûr zimanê fermî Turkiye. herweha zimanê xwendinê jî Turkiye. bi taybet dema ku destûr dibêje zimanê xwendinê Turkiye birastî guhartin ji bo vê tuneye.
Min seredana diyarbekir kir, tevî 48 komîtên civaka medenî kombûm. min zimanê hemûyan wergirt, yekî ji wan jî basa xwendina bi zimanê Kurdî nekir. li vir gaziya BDP`ê bêtir siyasî ye. bi ya min xelkê Kurd daxwazeka bi vî renkî nake. piraniya Kurdan daxwaza ewlehî û tenahiyê dikin, daxwaza danpêdan bi nasname û dawîanîn bi tûndûtîjîyê dikin, dixwazin li axa xwe xwedî derkevin û bibin welatiyên pile yek.
gereke li ser çawaniya destpêkirina xwendina bi Kurdî gengeşe were kirin. em li kenalê TRT6 zehmetê dibînin taku em hinek kesan tînin ku Kurdiyek rind û sivik baxvin. sebaret zimanê dayikê me hemû tişt kirin, me kursên zimên vekirin, li zanîngeha me enistityot danan, me rê da vekirina radyo û kenalên televizyonê bi Kurdî. dikarin 24 seatan weşana Kurdî bikin û nûçe jî bi zimanê Kurdî tên weşandin. me çi sansorek ji bo maf û rastiyan danenaye. ev gave ji bû dema pêş de jî wê bidome, ji ber ku jiyan monîlîzeye û guhartin bi ser daxwaziyan jî tê, lê divê em destûrê li ber çav werbigirin.

Gulan: sebaret kêşa Kerkûkê, Kurd, Ereb û pêkhatên din eger daxwaz ji Turkiya bikin destpêşxeriyekê ji bo çarekirina vê rewşê bibîne. gelo di vî alî de Turkiya dixwaze rolekê bilîze?

Bulend Arinç: em neçarin bi wekhevî temaşey hemû pêkhatên Îraqê bikin. di heman dem de em piştevaniyê li yekîtya axa Îraqê dikin, em baş dizanin ku samanê Îraqê milkê Îraqiyane. em dixwazin ev welat parçe nebe û ji ber hev neçe. ji ber ku em li ser yek cografiyê ne, xelkê Îraqê heval û bira û xizmên me ne. em kerkûkê mîna bajarê Îraqê bi nav dikin, em naxwazin valahiya deshilatê li Îraqê peyda bibe. herweha berêz Ehmed Dawod Oglo wezirê derve yê Turkiya berdewam peywendiya xwe tev herêmê heye, eger xelkê Îraqê û hikûmeta navendî ji me daxwaz bike, helbet ji bo çareseriyê em ê rolek baş bilîzin û detpêşxeriyek baş dînin ber destan. em ji bo bi destxistina mafê hemû sitemlêkiriyan bi dilxweşî kardikin. em bi xerab bûna jiyana hemû aliyên Îraqê pir dilnexweş dibin, çi Kurd be, çi Şî'e be, çi Sune be, çi Turkmen be gereke hemû bigên mafên xwe. Turkiya berdewam çavdêriya vê pirsê dike. Turkiya welateke ku şiyan û hêza xwe ji bû çareserkirina pirsgirêkan terxan kirye.

Gulan: berêz serokê herêma Kurdistanê Mes'ûd Barzanî hertim tekezê li çareseriya kêşa Kurd bi rêyên siyasî dike, win helwîsta wan çawa dixwînin?

Bulend Arinç: Mes'ûd Bazanî wek hakimê herêma Kurdistanê xuyaye peywendiyên me pir başin. çend wezîrên me seredana hewlêrê kirin, herweha berpirsên herêmê jî seredana Turkiya kirin, di vê qûnaxê de peywendiyên me tev herêma Kurdistana Îraqê di rewşeka baş deye. Ew jî naxwazin tundûtîjî li herêmê hebe. em heznakin bêjin bi tenê ji aliyê abûrî û bazirganî wê peywendiyên me bihêz bikevin. belku em piştrast û dilşadin ku wê peywendiyên me di aliyên din jî de bervpêş herin, sebaret dawîdan bi tundûtîjî û destberdana PKK`ê ji çekan em helwîsta Mes'ûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî pir dirust û rast dibînin. em hîvîxwazin hemû tişt bi diyalokê bi rêyên diplomasî çare bibin. herêma Kurdistanê îro rastiyeke. li wir birêveberatiyek heye. Turkiya bi hevbeşiya wê herêmê dikare berhengariya tîrorê bike herweha daku Turkiya bandora xwe li herêmê pirtir bike, helbet ev jî siyasetek jîrane ye.

Gulan: ta niha te seredana herêma Kurdistanê nekiriye. renge egerê vê jî bo xwezayê karê te vedigere. gelo eger ji te bixwazin tu seredana herêmê bikî tu yê herî?
Bulend Arinç: helbet ez ê seredana wir bikim. li wê derê çendîn zanîngeh û xwendingehên Turkî jî hene, hevalên min dibêjin Hewlêr pir ciwan û rindik bûye.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top