• Friday, 03 May 2024
logo

Helbestvanê Îranî ku ji bo Kobanî helbest gotibû koça dawî kir

Helbestvanê Îranî ku ji bo Kobanî helbest gotibû koça dawî kir

Helbestvanê navdarê Îranî, Îsmaîl Xoyî ku di dema êrişa DAIŞê bo ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de, weke piştgirî bo berxwedana kurdan li Kobaniyê helbestek nivîsîbûn, koça dawî kir.

Îsmaîl Xoyî, îro Sêşemê 25ê Gulanê di 83 saliya xwe de li bajarê London a paytexta Brîtanyayê koça dawî kir.

Xoyî xelkê bajarê Meşhedê li  bakurê rojhilatê Îranê ye û yek ji kesayetên navdar ên dijberên Komara Îslamî ya Îranê bû, û zêdetirî 30 salan ji temenê xwe di penaberiyê de jiya.

Ew helbestvanê Îranî, dema ku çekdarên DAIŞê di sala 2014an de êrişî ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet herêma Kobanî kirin û di demekê de ku piştî berxwedana şervanên Kurd, Kobanî li cîhanê weke sembola rûbirûbûna DAIŞ hat naskirin, helbestek bi navê Kobanî ji bo piştgiriya li berxwedana Kurdan li vî bajarî belav kir.

Ev wergera Kurdî ya helbesta wî helbestvanê Îranî ye:

“Kobanî

Ew perçe zeviyê ku navê wê Kobanî ye

Îro, armanca êrişa grûpeke bikuj e

Ji xwe ve xembar nebe, lêbelê; ku parastin

Bi zilam û jinên wêrek ên Kurdistanî ye”

Îsmaîl Xoyî endamê Navenda Nivîskarên Îranê bû û helbestên wî bo ser zimanên Ingilîzî, Rûsî, Fransî, Almanî, Hindî û Ukraynî hatine wergerandin. Herwiha wî bi xwe jî gelek bi başî zimanê Ingilîzî dizanî û beşek ji helbestên xwe yên bi zimanê Ingilîzî di jêr navê Voice of Exile de belav kiriye.

Xoyî xwandina xwe ya zanîngehê li Danêşseraya Bilind destpê kir, paşê di beşa Felsefe û Zanista Perwerdeyê de bawernameya master wergirt û piştre ji bo berdewamîdana bi xwendina xwe di beşa Felsefeyê de çû Brîtanyayê.

Ew sala 1965an û piştî wergirtina doktoraya xwe vegeriya Îranê û li Zanînseraya Bilind a Tehranê dest bi gotina dersê kir. Di serdema Şahê Îranê de, Xoyî alîgirê rêxistina Partîzanên Fedayî yên Xelq bû, ku wê demê rêxistineke bihêz a Marksî li Îranê bû.

Xoyî sala 2009an di hevpeyvînekê de li gel BBC ragihand, ew gelek xemgîn e ku sala 1979an wan guh nedaye hişyariya serokwezîrê dawî yê sîstema şahîtî ya Îranê Şapûr Baxtiyar, ku behsa metirsiya çêbûna “dîktatoriyeke mezhebî” li Îranê kiribû.

 

Rudaw

Top