• Friday, 26 April 2024
logo

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê birêve diçe

Gulan Media October 16, 2021 Hunerî
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê birêve diçe

11mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ji bo dema hefteyekê bi fokusa li ser Başûrê Kurdistanê roja 14ê vê mehê destpê kir û dê heta 20ê mehê berdewam be.

Di çarçova festîvalê de 40 fîlmên Kurdî yên kurt û dirêj li gel dokumantarî û ezmûngerî tên nîşandan.

Kanî Merûf, Rêveberê Hunerî yê Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Berlînê, dibêje, “Di beşa dokumenteriyê de nêzîkî 10 filmên me hene, di beşa fikşin de jî 7 film hene û di beşa ezmûngeriyê de jî 5 film hene, yên din jî kurte film in û li derveyî hevrikiyê ne, e wjî 5 filmên me hene. BI ezmûnwergirtina ji Coironayê di sala derbasbûyî de, îsal jî me xwest her di riya online de berdest bin, ji ber ku gelek daxwazî ji Kurdistanê ve li ser hebûye û ji bo diyasporaya Kurdî jî ku di hemû cîhanê de belav bûye.”

Fîlmê ezmûn ku çîroka sereke li dor diyardeya kirîn û firotina pirsyarên ezmûnan û kopîkirina bi alavên teknolojiya nû li Başûrê Kurdistanê û hewldanên keçeke xwendekar û xwişka wê bi rêya kopyayê da xwe bigihînin zanîngehê ku ji zewaca ne bi dilê xwe rizgar bibe, yekem fîlmê festîvalê bû.

Ektera sereke ya fîlmê ku cara yekem e diçe nav vê sektorê, ji aliyê temaşevanên fîlm ve pêşwaziyeke germ lê hat kirin.

Avan Cemal, ektera fîlmê Ezmûn, dibêje, “Helbet wek ezmûna yekem di her tiştî de kelecan û xweşiyeke zêde heye. Ji ber ku xewna zaroktiya min bû, min ku gelek dixwast karekî profesyonel bikim û şansê min di fîlmek wiha de hebû, helbet kêfxweş im. Malbata min dema dibînin, gelek şanazî bi min dikin û gelek piştgiriya min jî dikin.”

Derhênerê fîlm Şewket Emîn Kurkî nebûna sektoreke baş a berhemanîna fîlman li Kurdistanê ku wek pîşesaziya fîlmsaziyê kar bike, wek sedema sereke bo bi zehmet çêkirina fîlman dibîne û plana wî heye ku fîlmê xwe li Kurdistanê jî nîşan bide.

Şewket Emîn Kurkî, derhêner, dibêje, “Ez hêvî dikim û plana me jî heye ku fîlmê Ezmûn em li Kurdistanê jî nîşan bidin. Ji ber ku ji bo beşdariya festîvalan li aliyekî, dema ku Kurd fîlmê dibînin, gelek zêdetir kêfa min tê û taybet ev fîlmek gelek girîng e bo xwendekar û malbatan û gelek peyam tê de hene ku ez bawer dikim tê karîgerî hebe, ji ber ku mijareke girîng a girêdayî xwendekaran e.”

Di gera derbasbûyî û ya îsal de, di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de, xelat ji bo 3 kurtefîlman tê pêşkêşkirin.

 

Rudaw

Top