Beethovênê Kurd: Li Mûşê zarokê nabîna awazên Beethovên lêdide
Li Mûşê zarokê nabîna ji ber heza xwe ya bo Beethovên li ber roniya hîvê berhemên wî lêdide.
Bager zarokekî nabîna yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ye. Temenê wî 10 sal in û ev 3 sal in Pianoyê lêdide. Pîyanîstê navdar yê Alman Bethovên bandorek zêde li ser wî kiriye. Yek ji daxwazên bager ew bû ku rojekê li ber hîvê berhema Beethovên ya bi navê "Roniya Hîvê" lêbide. Bavê wî jî ji bo bicihanîna daxwaza kurê xwe ew aniye vê derê.
Beethovênê Kurd Bager Çalişci/Wêne: AA
Mehmet Çalişci bavê Bager dibêje "Ji bo borandina hesret û heza xwe ya bo Beethovên, xwest berhemên wî li ber roniya hîvê lêbide. Ji ber wê me jî îro di dema avabûna rojê de li perava Gola Wanê di bin roniya hîvê de ev daxwaza Bager bicihanî. Bager gelek kêfxweş bû"
Hez û mereqa wî ya bo Beethovên bi corekê ye bi gotina bavê wî bi şevan jî wî di xewnên xwe de dibîne. Bager kêfxweş e ku bavê wî ev daxwaza wî bicihanie lê niha dixwaze biçe cihê ku ew hostayê mezin ê piyanoyê lê ji dayikbûye.
Beethovênê Kurd Bager Çalişci/Wêne: AA
Zarokê piyanîst Bager Çalişci got "Ez ji Beethovên gelek hez dikim. Ji bo ku hez û hesreta xwe ya bo wî hinekî biborînim, min li ber hîvê berhema wî ya bi navê Roniya Hîvê lêda. Ez Beethovên ji xwe re dikim mînak û awazên wekî wî çêdikim. Ez dikarim hemû dengên di xwezayê de guh lêbibim û wan bikim nota."
Beethovênê Kurd Bager Çalişci/Wêne: AA
Ji bilî lêdana piyanoyê Bager bixwe awazan jî çêdike û derdora 10 awazên wî hene. Bager dibêje tevî ku nabîne jî lê ew dê kêfxweş bibe rojekê dest biavêje piyano, lênûsk û wan kelûpelên ku Beethovên bikaranîne. Niha derfeta wî nîne lê bi hêviye ku rojek ji rojan vê xeyala xwe jî bicihbîne.
Rudaw