• Saturday, 27 April 2024
logo

Îro 37 salvegera wendabûna hunermend Erdewan Zaxoyî ye

Gulan Media January 29, 2023 Hunerî
Îro 37 salvegera wendabûna hunermend Erdewan Zaxoyî ye

Stranbêjê kurd Erdewan Zaxoyî 37 sal in wenda bûye.

Di sala 1986an de di vê rojê de hunermendê kurd Erdewan Zaxoyî ji ber helwesta xwe ya neteweyî ji aliyê rejîma Beis ve hate revandin.

Di 24 saliya xwe de bû dengê şoreşa gelê kurd û bi dehan stran ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotin.

Erdewan Zaxoyî di sala 1957an de li Zaxoyê ji dayîk bûye û li bajarê Zaxoyê zewicî ye

Di sala 1978an de strana xwe ya yekem tomar kir û di heman salê de kaseta xwe ya yekem derxist.

Erdewan Zaxoyî zêdetir ji 300 stranên cuda tomar kirine, di dema ku di nav Hêzên Pêşmerge de bû, stranek bi navê (Çûm Çiya, Çiya Bilindin Cana Min) derxist.

 

Rudaw

Top