• Friday, 03 May 2024
logo

‘Bazirganê Venedîkê’ bi Kurdî belav bû

‘Bazirganê Venedîkê’ bi Kurdî belav bû
Berhemeke din a giranbuha ya William Shakespeare li wêjeya Kurdî hat zêdekirin. ‘Bazirganê Venedîkê’ jî êdî bi Kurdî ye.

‘Bazirganê Venedîkê’ Venedîkê ya helbestvan, şanoger û nivîskarê mezin ê Îngîlîz William Shakespeare bo Kurdî hat wergerandin.

‘Bazirganê Venedîkê’ ji aliyê nivîskar û wergêr Kawa Nemir ve ji bo zarayeyê Kurmancî yê Kurdî hat wergerandin.

Ev berhema ku şêwirmenda wê ya hunerê Berfîn Zenderlîoğlu ye, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat belavkirin.

Jibilî Bazirganê Venedîkê berî niha berhemên 'Sone' û 'Macbeth' ên William Shakespeare bo Kurdî hatibûn wergerandin.

William Shakespear

William Shakespear, şa’ir, şanoger, şanonûs û ekterê ingilîz ê mezin, 23yê Nîsana 1564an, li Stratford-upon-Avon a li Warwickshire ya Ingilistanê jidayîk bûye û 26ê Nîsanê hatiye mohrkirin (weftîzkirin). Shakespeare roja 23yê Nîsana 1616an, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê koça dawî kir.

Shakespeare yek ji mezintirîn şa’ir û şanonûsên dîroka edebiyat û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qereqter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji serdeman hemûyan re bûne çavkanî. Soneyên wî yên ku şi’rên dildariyê û hezkirinê ne, hê jî kêm şi’r hene ku hatibin nivîsîn û di ser wan re bin.

Kawa Nemir

Kawa Nemir, şa’ir, wergêr û nivîskar, roja 29ê Gulana sala 1974an li Îdirê ji dayîk bûye. Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê de du salan xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a çandî, hunerî û edebî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê.

Sala 2003yan weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro berhemên çendîn şa’ir, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyat û şanoya ingilîzî, emerîkan, ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.

Wergerên wî:

Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, 2000

Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, şi’r, 2002

Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, şi’r, 2004

Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, şi’r, 2004

Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound &

T. E. Hulme, şi’r, 2005

Sisli Şehir, Jan Dost, roman, 2006

Pûşpera Gêlazan/ Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, şi’r, li gel Lal Laleş, 2008

Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo kurdî û ingilîzî, 2011

Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo

kurdî, 2011

Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo kurdî, 2011

Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, şi’r, 2011

Piling, William Blake, şi’r, 2013

Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şanoname, 2013

Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013

Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013

Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şanoname, 2013

Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, 2014

Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, şi’r, 2014

Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, 2015

Stranên Evînî, Sara Teasdale, şi’r, 2015

Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, kitêba zarokan, 2015

Kelogirî, Murat Özyaşar, kurteçîrok, li gel Selamî Esen, 2019

Romeo û Juliet, William Shakespeare, şanoname, 2021

Sercem Soneyên William Shakespeare, şanoname, 2021

Bazirganê Venedîkê William Shakespeare, şanoname, 2021

Rudaw
Top