• Tuesday, 30 April 2024
logo

Lêkolîn: Piraniya kesên ku xwe tenê hîs dikin di bin 30 salî re ne

Lêkolîn: Piraniya kesên ku xwe tenê hîs dikin di bin 30 salî re ne

Li gorî raporekê li Awisturalyayê piraniya kesên ku tenê hîs di bin 30 salî re ne.

Di rêxistineke xêrxwaziyê ya li Canberraya paytexta Awisturalyayê de çend xwebeş dixebitin.

Leysî yek ji wan xwebeşan e, ew ji bo ku hest bi tenêtiyê neke bûye endameke rêxistina xêrxwaziyê.

Xwebexş Leysî Parkerê got:

“Li vê derê hinek kes hene ku bi te re dikenin û tu ligel wan gotûbêjê dikî.

Ez tiştên ku min hene dibexşim kesên din û ew jî vê yekê binirx dibînîn.”

Li gorî lêkolîneke Navenda Lêkolînan a Zanîngeha Canberrayê, temenê piraniya wan kesên ku di nav civakê de hest bi tenetiyê dikin di navbera 18-29 saliyê de ne.

“Kesên mezin civakî ne”

Di encama lêkolînê de derketiyê hole ku ji her 5 welatiyên Awisturalyayê yên di bin 30 salî re 3 ji wan hest bi tenêtiyê dikin.

Berovajî wê ew kesên ku temenê wan di ser 65 salî re ne, kesên civakî ne û negihiştine asta veqetîna ji civakê.

Profesorê Navenda Lêkolînan a Canberrayê Chucky Schmermer anî ziman:

“Beşeke zêde ya kesên mezin civakî ne û beşdarî çalakiyên civakî dibin.

Bi hev re diçin derve û di nav civakê de ji kesên ciwan bêhtir pêwendiyên wan ên civakî hene.”

Civaka Awisturalyayê li ser asta cîhanê yek ji wan civakan e ku rêjeya wan kesên hest bi tenêtiyê dikin zêde ye û ji her sê welatiyan yek ji wan hest bi tenêtiyê dike.

 

Rudaw

Top