• Tuesday, 30 April 2024
logo

‘Îmam Mehdî’ li Bexdayê hat girtin

Gulan Media April 11, 2024 Nûçe
‘Îmam Mehdî’ li Bexdayê hat girtin

 Hat îdiakirin ku “Îmam Mehdî” li Bexdayê hatiye girtin.

Kesekî bi rêya torên civakî angaşt dikir ku ew Mihemed Mehdî ye û li ser YouTubeyê vîdeoyên xwe belav dikirin.

Di ajansên Îraqê de hat angaştkirin ku nasnameya Îmam Mehdî hatiye tesbîtkirin û ew li Bexdayê hatiye girtin.

Hat ragihandin ku polîsan tenê wêneyê wî belav kiriye û li ser nasnameya wî ti agahî belav nekirine.  

Îmam Mehdî, Mihemedê kurê Hesen Eskerî ye û îmamê 12an ê Şîeyan e.

Îmam Mehdî 15ê meha Şebanê ya sala koçî ya 255an ji dayîk bûye.

Li gorî Şîeyan, Îmam Mehdî hîn jî sax e û dê xwe careke dîn nîşanî alemê bide.

 

Rudaw

Top