• Wednesday, 01 May 2024
logo

Herî zêde kîjan miletî li Tirkiyeyê xanî kirîne?

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Herî zêde kîjan miletî li Tirkiyeyê xanî kirîne?

Li Tirkiyeyê di salên dawî de hejmara welatiyên biyanî yên ku ji bo bidestxistina mafê welatîbûnê xaniyan dikirin zêde bûne û di rêza yekem de Rûs hene.

Piştî derxistina yasaya firotina xaniyan ji bo biyaniyan ku Gulana 2012an hat derxistin heta Sibata 2024an 384 hezar û 519 xanî ji bo welatiyên biyanî hatine firotin.

Ji bo mafê welatîbûnê destpêkê diviyabû biyanî bi milyonek dolar milk an xaniyekî bikirin.

Sala 2018an ev reqem ji milyonek dolar ji bo 250 hezar dolarî hat daxistin û 13ê Hezîrana 2022yan ev reqem ji bo 400 hezar dolarî hat zêdekirin.

Herî zêde welatiyên Rûsya û Îranê xanî kirîne

Niha her welatiyekî biyanî yê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milk an xaniyekî bi 400 hezar dolarî bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyeyê bi dest dixe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê herî zêde sala 2022yan 67 hezar û 940 xanî hatine firotin, piştre sala 2021ê 58 hezar û 576 xanî û sala 2023yan jî 35 hezar xanî hatine firotin.

Li Tirkiyeyê herî zêde welatiyên Rûsya û Îranê xanî kirîne. Bi taybetî piştî şerê Ukraynayê hejmara welatiyên Rûs ên ku xanî kirîne zêdetir bûye.

Rûsan 35 hezar û 573 xanî kirîne û welatiyên Îranê jî 31 hezar û 319 xanî kirîne.

Tevî belavkirina nûçeyên bi vî awayî Hikûmeta Tirkiyeyê amarên welatiyên biyanî yên ku mafê welatîbûnê bi dest xistine belav nake.

 

Rudaw

Top