• Tuesday, 30 April 2024
logo

Êrîşên li ser penaberên Sûrî li Libnanê berdewam in

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Êrîşên li ser penaberên Sûrî li Libnanê berdewam in

Penaberên Sûrî yên li Libnanê hîn jî rastî êrîşan tên, mal û milkên wan tên wêrankirin û ji wan tê xwestin ku ji cih û warên xwe derkevin, ji ber kuştina berpirsê di Partiya Hêzên Libnanî de Paskal Silêman li Sûriyê.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, xortên Libnanî heta derengiya şevê li ser rêyanli taxên Beyrûtê û bi taybetê li bajarê Cibêlê kom dibin û bi awayekî hovane êrişî penaberên Sûrî dikin û bi dest û daran li wan didin.

Tevî ku hêzên ewlehiyê yên Libnanî hin tedbîr girtin û bi hejmarek ji êrîşkaran da îmzekirin ku êrîşî penaberan nekin, lê êrîşa li dijî penaberan berdewam e.

Di vê navberê de, Dêrek li navçeya Lasa ya li qezaya Cibêlê jî rastî êrîş, şikandin û dizînê hat, lê vê yekê pirsek derxist holê ku aliyek heye hewla derxistina fitneyê li dijî penaberên Sûrî dide.

Ev êrîş û kiryarên tundiyê li dijî penaberên Sûrî li Beyrût û navçeyên din ên Lubnanê piştî wê tê, hefteya borî berpirsê di Partiya Hêzên Libnanî de Paskal Silêman ji bajarê Cibêlê hatibû revandin û termê wî kuştî li Sûriyeyê hatibû dîtin.

Li gorî UNHCR, Lubnan mêvandariya 1.5 mîlyon koçberên Sûrî dike, 880 hezar ji wan li Komîseriya Bilind a Koçberan hatine tomar kirin û 400 jî karker in.

 

K24

Top