• Wednesday, 01 May 2024
logo

Lwîs Sako: Kiristiyan li Kurdistanê tena dijîn û çi givaştin li ser nînin

Gulan Media April 16, 2024 Nûçe
Lwîs Sako: Kiristiyan li Kurdistanê tena dijîn û çi givaştin li ser nînin

 Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê amajeyê dide, “Kiristiyan li Kurdistanê tena dijîn û çi givaştin li ser nînin”. Herwesa dibêje, “Her ji destpêkê Serok Barzanî û Serokê Herêma kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya min kir û piştevaniya xwe ji min re tekez kir”.

Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) taybet ji K24ê re ragehand ku, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi xwe daxwaznameyek pêşkêşî wî kiriye, tê de daxwaz jê kiriye ku vebigere Bexdayê û danûstandinan li ser rewşa Kiristiyanan pê re bike ku, bi singfirehiyeke zêde guhdariya wan kiriye û danûstandin li ser hin mijaran kirine û paştir soz daye ku hemî tişt bixêr bin.

Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê herwesa got, “Piştî vekêşana mersûmê, min çi peywendî bi Serokkomarê Îraqê re nema, tevî ku em du caran nêzî hev jî bûn. Ew li bin bandora aliyekî diyarkirî ye. Min di dema şeş mehan de sê name jê re nivîsîn lê wî bersiva min neda. Ev jî bêrêzî ye ji ber ku ew Serokkomar e û ez jî serokê kenîseyê me û min pêgeh û rola xwe heye”.

Lwîs Sako di derheqa helwesta Serok Barzanî ya li beranberî parastina pêkhatan de ragehand, “Eşkere ye ku Kiristiyan li Kurdistanê tena dijîn û çi givaştin li ser nînin. Minkin e hin arêşeyên wekî arêşeyên erdî hebin lê bi aneha Xudê ew hemî dê bên çarekirin”.

Navbirî amaje jî da, “Li Kurdistanê sîstemeke sekolar tê bicihanîn, welatiyên Kurdistanê li ser çi dîn bin giring nîne, dewlwetê an Kurdistanê dîn nîne, dîn ez û tu ne. Divê kiyanê dewletê hemî aliyan wekhev himbêz bike”.

Patiryarkê Kenîseya Kildanan li Îraq û Cîhanê tekez jî kir, “Her ji destpêkê rêzdar Mesûd Barzanî pêşwaziya min kir û ragehand ku vekêşana mersûmê tiştekî nemaqûl e, herwesa Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî anku her sêyan gelek piştevaniya me kir. Ew bi Serokkomarî re axivîn lê wesa diyar bû ku ew li ser biryara xwe rijd bû”.

Lwîs Sako herwesa ragehand, “Wekî rêzek ji bo Îraqê, ez naxwazim vê pirsê bigehînim derve ji ber ku ez bi xwe Îraqî me û ez pabendî welatê xwe me. Lê eger Hikûmeta Îraqê bi rengekî din serederiyê bike, ez jî neçar im biçim Dadgeha Navdewletî”.

 

K24

Top