• Thursday, 23 May 2024
logo

Komisyona Iraqê hemû karên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestandin

Komisyona Iraqê hemû karên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestandin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hemû karên xwe yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestandin.

Jêderekî ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de ji K24ê re ragihand, komisyonê îro 01-05-2024, hemû karên xwe yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestandin.

Li gor zanyariyên K24ê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di meha Hezîrana îsal de nayên kirin, dê çend mehan bên paşxistin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê hefteya bê, rojeke din ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bike.

Rawestandina karên Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, piştî wê tê, Polîtburoya PDKê roja Duşemê, 18.03.2024, beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir û tê de ragehand, “Em wekî berjewenda gel û welatê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeka sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî wan hilbijartinan nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeka sepandî bên kirin”.

Ev helwesta PDKê jî piştî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê hat ku li roja 21ê Sibata 2024ê û piştî ku 11 caran rûniştina xwe li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê paş xist biryar da, ji bo gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar bazinên piroseya hilbijartinan hat parvekirin û hejmara kursiyên kutayan ku 11 kursî bûn helweşandin, bi vî rengî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Ji bilî van biryaran jî, tevaya partî û aliyên siyasî yên her du pêkhatên Kiristiyan û Tirkmenan (ji bilî bereyê Tirkmenî), biryar da ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemantoya Kurdistanê boykot bikin.

 

 

K24

Top