Li Hewlêrê di encama gule reşandina di navbera du cîranan de çend kes birîndar bûn
Êvara Duh li yek ji taxên Hewlêrê , di navbera du malbatan de şer derket û çek hat bikaranîn û çend kesek birîndar bûn.
Peyamnêrê BasNewsê li Hewlêrê ragehand ku îro êvarê li taxa Bihara Nû ya Hewlêrê, dinavbera 2 malbalbatên cîran de nîqaş çêbûye û li dijî hevdû çek bikaranîne û gule reşandine, di encama de 5 kes birîndar bûne, ku ji wan çend birîndaran navbertiya şer kirine.
Herwaha ragehandiye ku niha hêzên ewlekariyê gehiştine cihê bûyerê û rewş asayî kirine û mijûlê lêgerîna girtina tometbaranin.
Li gor gotina şahidên bûyerê ku bo peyamnêrê BasNewsê axivîne, şerê wan cîranan li ser zarokan bûne û cara dawî geheştiye bikaranîna çekan li dijî hevdû.
Taxa Bihara Nû yek ji taxên sînorê şarevaniya Hewlêrê ye û dikeve ser rêya serekî a nîzîkî rêya Hewlêr-Mexmûrê û li kêleka nexwaşxana lezgîn a Rojava ya Hewlêrê.
Basnews