• Saturday, 18 May 2024
logo

GEVER - Xelk ji çanda zêrxwestinê aciz e: ‘Em newêrin biçin bûkekê bixwazin!’

GEVER - Xelk ji çanda zêrxwestinê aciz e: ‘Em newêrin biçin bûkekê bixwazin!’

Dawet û şahiyên Colemêrgê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên herî navdar in.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bûk bi zêran tên xemilandin.

Dawetên navçeyê ji ber zêdehiya zêran gelek caran bûne mijara medyaya Tirkiye û cîhanê.

Raûf li Geverê li kargeha xwe zêran çêdike.

Bi gotina wî gelek caran bûk li Geverê zêrên hazir naxwazin û daxwaza modelên nû dikin.

Hostayê zêran Rauf Oguz got:

“Her kesek li gorî dahata xwe zêran dixwaze, yên bi 200 hezaran dikirin hene, yên bi 300 hezaran dikirin hene.

Xelkê Geverê dixwaze zêrên wan diyar bin loma zêrên mezin dikirin, zêdetir zêrên Hindî dixwazin.”

Gever yek ji wan navçeyan e ku bazara zêran lê gelekî bi pêş ketiye û derdora 50 zêringerî lê hene.

Li wan zêringeran zêdetir modelên Hindî gerdenên mezin, bazinên badayî û gustîlên nexşandî têne firotin.

Zêrînger Yaşar Oguz jî anî ziman:

“Xelk dixwaze zêrên mezin bikire loma zêdetir setên mezin dixwazin.

Zêr çiqas mezin be ewqasî jê hez dikin, gustîlan jî her car ên mezin dikirin.”

Li Geverê bûk herî kêm bi 300 hezar lîreyên Tirkî zêran dixwazin û di hinek dawetan de bihayê zêrên tên kirîn digihêje derdora 3 milyonan.

Hinek welatî jî vê rewşê aciz in.

“Em newêrin biçin bûkekê bixwazin”

Welatiya bi mavê Elmas Yalçinê got:

“Em nikarin bikirin. Zêr giran e. Em dixwazin zêran bikirin lê em nikarin.

Em newêrin biçin bûkekê bixwazin, gelek zêran dixwazin.”

Welatiyê bi mavê Eşref Yavuz jî anî ziman:

“Çav lê kirine, xelkê Geverê çav li yekûdu dike.

Yek dibêje filankes evqas kirine lazim e ez jî bikirim.

Ev jî dibe sedem ku xelk perîşan bibe.”

Kesên ku dahata wan têra kirîna zêrên eslî nake li Bazara Îranê ya li Geverê zêrên teqlîd dikirin ku şekl û şemalên wan wekî zêrên eslî ne.

Firoşkarê zêrên teqlîd Serhat Karataş anî ziman:

“Li Geverê bi taybetî jin gelekî ji zêran hez dikin.

Hêza gelek kesan têrê nake ku zêrên eslî bikirin loma xelk êdî van zêran dikire.”

Ji bo kêmkirina xerciyên zêrên dawetan heta niha çend caran eşîrêtên navçeyê civîyane.

Herî dawî çend eşîretan biryar da ku nabe zêrên ji bo bûkan tên kirîn ji 50 hezar lîreyî zêdetir be.

 

Rudaw

Top