• Sunday, 19 May 2024
logo

Qira malbata xwe anî, paşê jî xwe kuşt

Qira malbata xwe anî, paşê jî xwe kuşt

 Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê mêrekî hevjîna xwe û 3 zarokên xwe kuştin, paşê jî xwe kuşt.

Polîs li ser îxbarê çûn maleke li Taxa Nedîm Okmenê û wan termên 5 kesan dîtin.

Hat tesbîtkirin ku welatiyê Sûriyeyê yê bi navê Yusuf Kuvara hevjîna xwe Merve û sê zarokên xwe yên 5, 6 û 8 salî fetisandine û paşê jî xwe kuştiye.

Tîman piştî lêkolînê term rakirin morga Nexweşxaneya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşcayê.

Li hêla din, sedema bûyerê heta niha jî nayê zanîn.

 

Rudaw

Top