• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li dijî serokwezîrê Îtalya Silvio Berlusconi, dozeke balkêş hate vekirin

Gulan Media January 14, 2011 Corane
Li dijî serokwezîrê Îtalya Silvio Berlusconi, dozeke balkêş hate vekirin
Berî çend mehan, keçeke Marokanî ku temenê wê di bin 17 salan de bû, idîa kir ku ew bi dizî û di bin navekî cuda de çûye mala Silvio Berlusconi û got, ku di mala Silvio Berlusconi de grup-seks dihate kirin û ew jî di nav de bû .

Keçika bi navê Ruby, ku navê wê yê rastî Kerîme Al Mehrug e, bibû sedema kirîzeke siyasî û aborî li Îtalya.

Niha jî, ewê dîsa derkeve medyayê û dubare bike ku di mala serokwezîr de grup - seks dihate kirin.

Her wiha carekê li Îtalya hate idîakirin ku Ruby, bi sûcê diziyê hatibû girtin, ji bîroya serokwezîr ji polîsan re telefon kiribûn û gotin "Berdin ew keça serokê Misirê Husnî Mubarek e"
(avestakurd)
Top