Îro 4sal biser dastana Pirdê re derbas dibe
berxwedana Pirdê pilana dagîrkeran pûç kir.
Pêşmerge pozê Heşda şebî şikand.
Îro 20ê Cotmehê, rojeke dîrokiye li Dîroka Kurdistanê de.
Piştî îxaneta16 ê Cotmeha 2017an yaku di encam de Kerkûk û hin deverên din yên Kurdistanî ji aliyê çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê ve hatin dagîrkirin, çekdarên heşda şebî, hewl dan daku pilaneke qirêj li dijî gelê Kurd û Kurdistanê cîhbicîh bikin.
Lê hêzên pêşmerge li Pirdê bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî bersifeke dijwar dan çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê û di encama bersif dayîna han de bi sedan çekdar hatinkuştin.
Ev berxwedana han bû sedem ku çekdarên heşda şebî bi neçarî paş de vegerin û dev ji cîhbicîh kirina pilana xwe ya li dijî Kurdistanê berdin.