• Saturday, 18 May 2024
logo

Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike

Asayîbûna peywendîyên navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê sinûrên herêmî xav dike
Aşkira ye, ku xurtbûna peywendîyên bi welatên cîran û deverê re, ji bo herêmê û pêşvebirina rewşa me ya siyasî û aborî çend giring e. Herdem dirişm û banga me ew bûye, ku divê em rêya aştîyane bidin ber xwe û ev rêya han seqayekî weha li evê deverê peyda dike, ku tê de hemû gelên evê deverê bi aştî û serbestî bijîn û doz û daxwaz û kerameta hemû alîyekî paraztî bin. Turkiye yek ji ewan welatan e, ku giringîya wê ji hemû evê deverê re bi giştî û ji bo herêma kurdistanê bi taybetî heye. Ji ber bextê me yê baş, evroj peywendîyên me bi Turkiye re gihijtine astekî weha, ku hevtêgihînek (ji hev famkirinek) mezin çê bûye. Em bawer dikin, ku zemîne xweştir bûye da ku ew peywendîyên han bêtir geş bibin û di berjewendîya herdu alîyan de bin. Her di çarçêweyê evê pêşveçûnê de jî, ez wek serokê herêma kurdistanê bi şêweyekî fermî ji alîyê Turkiye ve hatime bangkirin û Xweda alîkar be, ez dê di evê dema nêzîka pêş de evê serdanê encam bidin. Armancên me jî di evê serdanê de ev in:
Yekem: em dixwazin pêşwazîya ewê siyaseta Turkiye bikin, ewa ku tê de destê dostanîyê dirêjî me kiriye û bê goman e jî, ku dê bersiva me li beramber evî hilwestî, wek hercar pozetîv be.
Duyem: em dixwazin astê peywendîyên me yên siyasî bêtir xurt bibe û di xizmeta bi cihbûna aştîyê û xweşbûna rewşê û ewledarîyeka bêtir de be.
Sêyem: em dê peywendîyên xwe yên aborî yên bi Turkiye re bêtir geş bikin û em dê pîkolê bikin, da ku veguherîna bazirganî û sermayedarîya navbera me bilindtir û berfirehtir bibe.
Serokê Herêma Kurdistanê di Parliyamenta Kurdistanê de
Roja 29/05/2010
Ew dewletên ku niha endamên Yekîtîya Ewropa ne û di navbera wan de sînor nemane, her ew dewlet in, ewên ku di serdema cenga duyema cîhanî de heryekê ji wan beşekî xaka ewê din dagîr kirbû. Almaniya û Fransa mezintirîn dewletên Ewropa ne û di bareya ayindeyê (paşeroja) Yekîtîya Ewropa û berfirehkirina Yekîtîya Ewropa de wek hevdu hizir dikin.
Di şerrê cîhanîyê duyem de Fransa kevt bin dagîrkarîya Almaniya de û Parîs wêran bû. Dewletên grûpa Asiyan ên rojhilata Asiya yên ku niha grûpek aborî di navbera xwe de pêk anîne, ew jî li serdema cenga cîhanîya duyem yekê ji wan beşekî xaka ewa din dagîr kirbû.
Belê piştî nemana şerr û nemana bîr û hişwerîya şerr, niha dewletên Asiyan di biwarê navdewletî de û li ser astê aborî, kêberîyê bi heşt dewletên pîşesazên mezinên cîhanê re dikin.
Dewletên Ewropaya rojava jî bi heman şêweyî bûn. Rast e, ku bîr û hişwerîya şerr bi ser dewletên Ewropa rojava de zal bû, belê piştî nemana şerr hizreka din çê bû û hat daxwazkirin, ku divê dewletên rojavaya Ewropa di nava yekîtîyekê de bin, da ku di navbera Yekîtîya Soviyet û Amerîka de ne hêzeka biçûk bin.
Yekîtîya Ewropa heta nemana şerrê sar û herrifîna dîwarê Berlîn û yekbûna herdu Almaniyayan jî, nikarîbû yekîtîyek berfireh dirist bike. Ji ber ku di nava beşekî Ewropa de – Ewropaya navîn û Ewropa rojhilat – hîna bîr û hişwerîya şerr û nebûna bawerîya bi demokrasîyê mabû.
Belê piştî ku şerrê sar jî bi dawî hat û ew bîr û hişwerîya han jî hat guherandin, Yekîtîya Ewropa jî berfirehtir bû û ji 25 dewletan pêk hat.
Niha û piştî ku Turkiye dest bi prosesa vebûna demokratîk kiriye, hestek weha çê bûye, ku mercên Yekîtîya Ewropa ji alîyê Turkiye ve bihên qebûlkirin û ew bîr û bawerîyên berê bihên guherandin, ku berê cîran wek dijmin dihatin dîtin, belê niha wek dost bihên dîtin.
Heger ev pêngavên hanên Turkiye di evê qonaxa niha de jî negihêjin ewî astî ku Turkiye bi wan derbasî nava Yekîtîya Ewropa bibe, belê dê asayîbûna (normalbûna) peywendîyên Turkiye yên bi cîranên wê re bi giştî û yên bi herêma kurdistanê re bi taybetî, bibin hokarê (faktorê) ku li ser astê herêmî yekîtîyeka bazirganî û aborî bihê damezrandin, ku tê de sînorên navbera Turkiye û welatên din xav û kal bibin.
Ji bilî ku dê ev pêngavên hanên Turkiye di biwarê aborî û bazirganî de rewşa hemû welatên evê deverê bi rê ve bibin, dê aştîyê û akincîbûnê jî li rojhilata navîn bi cih bikin.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top