• Saturday, 18 May 2024
logo

''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir

''Êvêt''ê, roja artêşdariyê tarî kir
Li roja 12 ê eylonê welatiyên Turkiya berê xwe dan ser sindoqên dengdanê û birêja 77% beşdarî di pirosa dengdanê de kirin ku komeka guhartinên destûrî bi xwe ve di girtin, di vê pirosê de destûr tê guhartin, rêja 58% ji dengan gotin (belê) û serketin bi dest anî, ev rêje hember rêja 42% ji dengan bi (nexêr) bû, ev rêja belê bi serkeftinek mezin tê zanîn ji ber ku dihat texmîn kirin kêm tir be, bitaybet ji aliyê Receb Teyib Ardogan serok wezîrê Turkiyê ve pêşbînî dikir bi rêja 55% belê were dayin, pirbûna vê rêjê xuya dike ku tagirên ailyên nerazî jî guhnedan biryara wan û wan jî xwast destûr were guhartin, ev jî nîşan dide ku welatiyên Turkiya giringiya hikûmeta medenî û dûrketin ji deshilata artêşgerî dizanin û dizanin paşeroja welatê wan bi hikûmdariya sivîl pêngavên baş ji bo demokratî bûnê dihavêje, ji aliyekê din ve derbarî baykot kirin yan beşdarî nekirina hinek ji bajarên Kurdan di vê pirosê de, ev wê ramanê nade ku Kurd dijî guhartina ye, yan Kurd dijî guhartinên destûrî bûn, belku ew baykot kirin wek tolvekirinek bû hember gavên parta dad û geşepêdan û helwîstek bû hember wan sozên parta dad û geşepêdan di dema helbijartinan de bi navçên Kurdan danî, lê ew Kurdên di dengdanê de beşdar bûn bi rêjeka bilind deng bi (belê) ji bo guhorînan dan, herweha ev xuya dike ku Kurdên Turkiya tevî ku pir gil û gazinde li ser sozên parta dad û geşepêdan hene, lê deng dijî guhartina destûrî nedan, belku bi rengekê bû ku rastvekirina bendên destûrê bi piroja parta dad û geşepêdan dizanîn, ev baykot kirine haydar kirina parta dad û geşepêdan bû ku pêdiviye di dema were de pirtir giringiye bi navçên Kurdî bide.

Lê bi rengekê giştî Turkiya piştî roja 12 ê eylona 2010an çû nav qûnaxek taze de û gavek nû ber bi demokratiyê havêt, wek Erdogan jî piştî ragehandina encamên rêfrandomê gotî: "Turkiya li ser rêya demokratî û dewleta yasayê gavek din ber bi pêş de çû, ev piroje ne tenê piroja parta dad û geşepêdan e, belku pêngavek bû ji bo bicih kirina demokratiyê li welatekê ku armancdare bibe endam di nav yekîtiya Ewropa de", ji bo pirtir dîvçûn û şirovekirin û helsengandina vê rûdana giring, Gulan ev pirse li gel çend rojnamevan û siyasetvanên Turkiyê gengeşe kir ku ev jî dîtinên wan in.

Su'ad Kînkilî Oxlo ji bilî ku endame di mekteba siyasî ya parta dad û geşepêdana hikûmdara Turkiyê de, di heman dem de serokê komîta peywendiyên derve ya perlemanê Turkiyê ye û herweha serokê giropê hevaltiya navbera Turkiya û dewletên yekbuyî yên Emrîka li perlemana Turkiyê, serokê senterê peywendiyên stratîjiye û berdewam di rojnamên Turkiyê de gotara belav dike, bitaybet li rojnama Tudey zimanê Turkî bi zimanê Îngilîzî, derbarî giringiya vê rêfrandomê ji bo paşeroja Turkî, me jê pirsî: paş çendîn sal ji kudeta serbazî û hebûna kiltûrekê deshilata serbazî li welat, welatiyên Turkiyê li 12 ê eylolê bi (belê) deng ji bo guhartina destûr dan, em vê bi gorankariyek mezin dibînin, gelo win çawa encamên vê rêfrandomê ji bû paşeroja Turkiya dixwênin? di bersiva vê pirsa Gulan de Kînkilî Oxlo bi necarî bersiva me da û got: "berî her tiştî wek we bi xwe amaje pêkirî paş cendîn sal ji kudetaya serbazî û ji bo nehîştina şûnwarên vî kultûrî, cihê keyfxweşyê ye dîtina xelkê Turkiya beramber demokratiyê bi vî rengî di bînin, helbet ji Turkiya û xelkê Turkiya re demokrasîbûna Turkî mifayek mezine û ev tiştekê dilxweşkere. me dixast Turkî di zû de ev gave havêtiba, lê tenê tevî wergirtina desthilatê ji aliyê AKP'ê ve Turkiya karî gavan ji bo komek başvekirinên demokratî pavêje, ev jî yeke ji wan gavan, lê ev nebese em bi hîvîne ku pêşdeçûnên mezintir paş helbijartinên 2011 destpê bikin, û dê dest bi guhartinên mezin yên destûrî werin kirin, niha tenê em dê xwe bo wan guhartinên mezin berhev bikin. derbarî wê rêja mezina ku deng ji bo guhartina destûr dayi, bi yamin egera pirniya (belê) vedigere wê ku xelkê Turkiyê dema deng bi her partê bidin çaverêne ku ji wê partê gavên başvekirin û demokrasi kirinê werin havêtine, lewra jî 58% bi(belê) deng da, ev rêje xuya dike ku guhartina destûr daxwaziya welatiyên Turke, ev li hemû beşên welat her çende li rojava hinekê kêmtir bû lê bitaybet li anadola navîn û rojhilat bi rêjek pir bilind bû û li hinek bajaran 94-95% bi (belê) bû, ev yek dide xuyakirin ku xelkê Turkiya pêdivî bi demokratiyê heye û demokratiyek standarta welatên pêşkeftî mîna Firensa û Elmanya dixazin, lewra bi ya min dengdana bi rêjeka pir (belê) piştevane ji vê daxwazê re, îca ev ji aliyê kê ve be)).

Di pişkeka din de ji axiftina xwe ya tevî Gulan, sebaret pirsa, erê ev pirojê rêfrandom li ser hatiye kirin, wek pirojek netewî dibînî yan pirojê parta dad û geşepêdane û armanc jê bihêzketina vê partê û misogerkirina serketina xwe ye di helbijartinên were de, Kînkilî Oxlo serokê lijna peywendiyên derve yên Turkiya bi necarê ji Gulan re zelal kir û got: "helbet hêza herî piştevana vê rêfrandomê AKP'ê ye û bitaybet berêz srok wezîran Receb Teyib Erdogan, lê ne tenê AKP'ê di qadê de bû, belku çend hêzên din mîna parta Se'adeta Turkiya û parta yekgirtuya mezin û pir ji rêkxirawên medenî heta beşek pir ji alîgirên MHP'ê jî piştevaniya vê guhartinê kirin herçende bi aşkirayi vê dernabirin, lê em dizanin dema deng bi belê danî wate piştevaniya vê pirosê dikin. helbet guman tê de tune ku AKP'ê ta radek pir serkeft, lê ev nabe metirsiyek li ser nasnama 'elmanî ya Turkiyê, ji ber ku em jî giringiya nasnama 'elmanî ya Turkiyê dizanin, lê divê hinekê li gor daxwaza welatiyan geşepêdanê bi vê 'elmaniyê bidin. bi giştî û bê çi guman Turkiyê komarek 'elmanî civakiye. erê di hinek texên Turkî de hizra 'elmaniyetê heye, lê eger bi giştî temaşey pêşdeçûna Turkî bikin em dê bînin çi gavên metisîdar liser 'elmanêyeta Turkî nehitin havêtin, di vir de bi ya min ew kesên bi (nexêr) deng danî, wan ji çend aliyan ve ziyan bi xwe gehand. her bo nimûne, yek ji wan ziyanan, wan nikarî dav û daxwazên xelkê bi dirustî bixwênin. ya duwem vê rêfrandomê xuyakir ku kemalist û birokrata edî di nav Turkiyê de kêmin nikarin xwe bisepînin. her ji ber vê, eger min bi nexer deng dabaye, helbet li sipêda roja 13 ê elolê minê xwe bi gonehbar bizaniba ye. cunkî li Turkiyê êdî xelik dixaze dawî bi vê qûnaxê bîne. biguman rêja 58% rêjeka nekême ji bo welatekê mezin mina Turkiyê û aşkiraye ku bi milyonan mirovan heza xwe xuya kirin. bi anehya xudê ev bo dersek ji nexerçiyan re. êdî xelkê Turkiyê ew hizirên berê naxazin, belku jî dixazin di nav welatekî da bijîn ku xelik xwe birêve bibe û xizmeta xelkê bike)).

Her di vê giftûgoyê de u derbarî baykot kirina vê pirosê ji aiyê hinek Kurdan ve Su'at Oxlo bi necarî dîtina xwe ji Gulan re derbirî û got: " meztirîn qazanc ji Kurdên Turkiya re ewe ku gav ber bi demokratiyê hat havêtin, bi heman reng ev dibe eger ku Kurd jî mavdar bin, lê pirsgirêka Kurd bi rêjek pir her di cih de di mine lê bê guman di dema amade kirina destûra nû de pir bi hûrî û têrûtesel dû vê pirsgirêkê baskin. di vî biyavî de giring û pêdiviye ji bo careser kirina pirisgirêka Kurd gavên pir cidî û bihişyarî werin havêtin, daku carek din rêya tundûtijî û serbazî negirin, ev kêşe pir hestiyare derbarî 15-20 salên borî, her raftar bi tundûtijî tevî vê meselê dihat kirin, lewra gereke di dema amade kirina destûra nû de ev yek li ber çava bê dayin û destûra nû bi hizrek avakera aştî were danan, îca ev kêşe dê çare bibe, rojev vê ji me ra dibêje, helbet welatiyên Kurd jî wek Turkan demokrasiyê dixazin. ewan jî hay ji mafên xwe yên demokratî heye, me li bajarên rijava temaşekir ku Kurd bi dil xweşî beşdarî vê pirosê bûn, lê cihê daxê ye li navçên rojhilat beşdarî bi rengekê wiha nebû. ev jî xasteka siyasî ya BDP'ê bû, lê li vir tiştek heye ku hemû tex û çînên Turkiya bi Kurd û Turk û hemû netewên din demokratiyê dixazin. bi anehiya xwdê di çend mehên werin de û di çarçova destûra nû de li sala 2011 em li bendêne ku BDP'ê û gişt aliyên din beşdariyek baştir û biştevaniyek çêtir di wan yasayên nû de bikin, lê dixazim xuya bikim ku biryare BDP'ê ji bo baykot kirina destûrê nû biryarek şaş bû, ji ber ku ev guhartinên destûrî gavên destpêkê bûn û b timamî çareseriya pirsgirêkê nakin, lê aliyekê pir girinê saykolojî hebû, me hez dikir alîgirên BDP'ê jî piştevaniya demokratiya Turkiya kiriba û deng bi belê daba, cunkî eger ev guhartin bi 65% li şûna 58% serkeftin bi destxistiba wiha da bersivek bihêztir û giring tir hebe ji bo turiya bi giştî. bi ya min derfetek zêrîn ji dest dan)).

Her wek Kinklî Oxlo jî bi aşkerayî ji Gulan re rûnkirî ku baykot kirina vê pirosî li navçên Kurdên Turkiya peywendî bi wê nebû ku Kurdên Turkiya dijî pêşdeçûna demokratiya pirtirin li Turkiya, berûvajî Kurd dixazin destûra Turkiya bi astekê weha be ku bigehe astê pîverên yekîtiy Ewropî û zûtir Turkiya bibe endama yekîtiya Ewropa, di vî biyavî de û derbarî bandor vê rêfrandomê û pirtir nêz bûna Turkiyê ji bo yekîtiya Ewropa pêşwaziya yekîtiya Ewropa li vê guhartina destûrî, Su'at Kinkilî bi necarî dîtina xwe ji Gulan re xuyakir û got: " Turkiya bixwe ta radekê pir nêzîkî yakatiya Ewropa ye, bê guman detûra nû pirtir dê Turkiya ji bo yekîtiya Ewropa nêz bike, lê pêdiviye em bizanin ku daxwazên demokratî li Turkiyê ne tenê endambûne di nav yekîtiya Ewropa de, cihê dil xweşiyê ye ku demokratî bûna Turkiyê dinav Turkiyê de peyda dibe, ev jî pêşdeçûnek pir bi hîvî ye ji me re, çunkî nizbûn Turkiyê ji bo endambûn di yekîtiya Ewropî de li çi ast be, her daxwaziya demokratî bûna Turkiyê berdewame. di vî çarçovî de mezintirîn guhartin ewin yên sala were dikevin ber deng dana giştî, rêfrandoma ev sal dirustkereka saikolojî bû û ya giringe ji bo helbijartinên sala bê. helbet hizra darêtina destûrek nû di serê hemû welatiyên Turk da dirust bu ye, hemû xelik pişt rastin ku gereke yasaya nû bêtir demokratîk û serbexwe be, lewra jî giringtirîn kar paş helbijartinên 2011 ê, dê damezrandna yasayeka giştî ya nû be, gereke yasya nû bêtir xizmeta gelê Turkiya bike û rê ji bo paşeroja Turkiya xweş bike û bi anehiya xwdê dê Turkiya dest ji vî kiltorî berde û dest bi avakirineka rasteqine ya Turkiya ket".

Samî Kohîn bi regez ne Turke, lê di salên sihan de ji sed sala borî bavê wî hatye Turkiya û li wir mane, Kohîn yeke ji rojnamevanên navdarên Turkiya û stûnnivîsê rojnama navdara mîliyete, li ser astê turiya wek şrovekerek siyasî yê Turkiya u Kurd tê naskirin û li seranser cihanê jî wek şirovekerekê rojhilata navîn tê temaşe kirin û dîtinên wî li seranser Turkiya û cîhanê di pir pirsên germûgurên Turkiya û Kurd û Îraq û kêşên rojhilata navîn bi girinî û mifa tên zanîn. Kohîn tevî ku bi zimanê Turkî stûnek di rojane Mîliyet da haye, piraniya nivîsînên wî bi zimanê Ingilîzî jî di rjnamên Ingilîzî yên li Turkiya tên belav kirin bi taybet li rojnama Huriyet çapa Ingilizî ku berê rojnama deylî niyus ya Turkî bû belavdike, em wek govara Gulan pir caran li ser pirsên giring dîtina vî rojnamevanî werdigirîn, lewra ev car jî paş rêfrandoma 12 ê eylolê me bi giring zanî li ser vê pirsa girin em dîtinên wî wergirin, derbarî mifa û giringiya vê rêfrandomê rojnamevan Samî Kohên bi necarî ditina xwe ji bo Gulan duxya kirin û got: "ji bo rewşa siyasî ya Turkiya û pêşde çûna demokrasiy ev rêfranome gavek giring bû, helbet pir gengeşe û giftûgo li ser vê hatin kirin ev tiştek normale û pirosek demokratiye, me dî ku xasteka siyasî rêja 58% belê ji bo guhartina destûr bidestanî. Wek min gotî ev nêzbûne ji demokratiyetê re, û pêdiviye ev guhartine bi vê çendê tenê raneweste û hikûmetê jî di vî biyavî de biryardaye ku ne tenê wê bi van guhartinan razî be. Lewra jî eger em bi çavê demokratî bûnê temaşey rêfrandomê bikin em dê bînin ku pir guhartin û başvekirin û çaksazî di rê dane, ji ber wê gereke ev rêvrandom bi karek pozetîv û baş wer temaşe kirin. Ji aliyekê din ve rêja 58% ez bi têştekê mazin di bînim, serokê wezîran di pirosa rêfrandomê de texmîna 55% ji dengan dikir, lê bi destanîna vê rêja pir ji ber jêhat û zîrekiya serokê wezîran û serdarên AKP'ê bû, li seranser Turkiya me çi pirûpakêndên weha gerim nedîbûn, tenê di dema helbijartinan de nebe, beriya niha tu çarî di'aye û pirûpakindên wiha gerim ji bo rêfrandoma nehat bûn sazkirin. Serokê wezîran û endamên din yên AKP'ê li hemû bajar û bajêrka gotar pêşkêş kirin û bandorek pir mezin li ser xelkê dirust kir, weke rojava bi rêya rêklamên rojnamevanî û pirogramên telefizyonê û ..tad. helbet ev hemû bi hev re rolekê girink ji bo bi destxistina vê encamê hebû".

Samî Kohên egera baykot kirina vê rêfrandomê ji aliyê Kurdî ve ji bo du xalan vegarand û bi necarî dîtina xwe ji mera da zanîn û got: "bê guman li vir du fakter hene, yekemîn, ew xelkê guhdarê bangewaza AKP'ê bûn, herçende beşek pir ji xelê li wan navçan beşdarî nekirin bitaybet hinek navçên xuya, lê praniya wan welatiyên kurd ewên çûne dengdanê deng bi belê dan, egera vê jî wek min gotî çûna serokê weziran bo wê navçê bû, dema serok wezîr çûye wêrê gotarek derbarî giringiya rêfrandomê li diyarbekir û navçên din pêşkêş kir û bandora xwe li ser xelkê hebû, helbet em nikarin bibêjin ku hemû xelkê navçên Kurdî girêdayi baykot kirinê bûn, ji ber ku ewên beşdarbûnî li gur xasteka AKP'ê deng dan. ev geşekirinek pir giringe, ji ber ku ne tenê AKP'ê çûbû wan navçan, belku piraniya partên siyasî seredana wan navçan kiribû lê tenê AKP'ê karî hebûna xwe û bandora xwe xuya bike".

Derbarî giringiya vê rêfrandomê û bandûra wê li ser rewşa Kurdî li Turkiya, Kohên amajekir û got: "ew guhartinên ku dê werin encamdan, dibin rêxweşker ji bo Turkiyek demokratîk tir û hebuna raderbirînek bêtir bi azadî. Lewre ji bo demokratî bûna Turkiya ev tiştek giring bû. derbarî pirsgirêka Kurdî, girêdana pirsgirêka Kurdî bi vê rêfrandomê ve tiştekê şaşe, çunkî armanca vê rêfrandomê ne pirsgirêka Kurdî bû, belku armanc pêşdeçûna demokratî û guhartinên yasaya giştî bûn, her wek min gotî ev gavek bû ber bi demokratî bûnê, û gereke gavên baştir ji vê werin havêtin. helbet eger em vê guhartinê wek destpêkek temaşekin, îca dibe ji vir û pêda pêşdaçûnên nû û diyalokên nû derbarî kêşa Kurdî jî peyda bibin. em jî hîvî xazin ev pêşdaçûne û hemû pêşdaçûnên demokratî peyda bibin û Turkiya pirtir ji yekîtiya Ewropî ve nêz bibe, guman tune ku dê Turkiya ji yekîtiya Ewropa ve nêz bibe her wek ronkirinên serokê yekîtiya Ewropa û serokê komsyona bilinda Ewropa ku bi fermî ev yek tekezkir. Wate yekîtiya Ewropa vê gava Turkiyayê pir pozetîf û baş dinirxîne ev jî pir giringe, lê herwek min li destpêkê gotî ev tenê bes nîne, divê başvekirin û çaksaziyên mezintir werin kirin. Pêdiviye ev çaksaziye berdewam bin û yekîtiya Ewropa jî li ser pêdaçûnan ya berdewame, dixazim bêjim ku tenê bi guhartina yasaya giştî em nikarin xwe piştraskin ku dê Turkiya bibe endama yekîtiya Ewropa yê, belku jî xwe guncandin tevî standartê Ewropa pir giringe û dê endambûn Turkiyê di yekîtiya Ewropa de bileztir bike, lewra jî bi piştrasî Turkiya di van guhartinên yasaya gişî bêtir ji yekîtiya Ewropa ve nêz bû, lê ev gerintiyê na de ku Turkiya bibe endam di yekîtiya Ewropa de".

Derbarî bandor vê rêfrandomê li ser hêza AKP'ê ji bo helbijartinên werin, Samî Kohîn dibêje helbet bandora xwe hebû û got:" AKP'ê û bitaybet serokê wezîran bi sedema vê rêfrandomê bêtir bihêz bûn. wate encamên vê rêfrandûmê bûne egera bihêz ketina AKP'ê û serok wezîran, ev rastiye û gereke were qebûl kirin. niha pirs ew e ka dê çawa ev hêza bidesthatî ji niha û şûnda bikarbînin, wate ev hêz dê ji bo bêtir demokratî bûna Turkiya wer bikaranîn yan jî ji bo tiştek din, ev tevî borîna dem dê xuya bibe. ez bawer nakim ku bihêzbûna AKP'ê bibe metirsiyek li ser nasnsma 'elmaniya Turkiya yan bibe egera guhartina sistemê binyata Turkiya li ser hatiye damezrandin. bi rengekê zelal tir bi ya min tiştek şaşe em AKP'ê bi metirsîdar ji bo 'elmaniyeta Turkiya û pêkhata 'elmanî ya Turkiyê temaşekin".

Pirofîsor Îhsan Daxî mamostayê peywendiyên stratîjî li zanîngeha Mîdil Êst a teknolojî û pispor û taybetmend li ser pirsa Kurdî li Turkiya û pirosa endambûna Turkiya di yekîtiya Ewropa de, herweha yeke ji nivêserên xuya yên rojnama Today zimanê Turkî çapa Ingilîzî, derbarî giringia vê rêfrandoma Turkiya di daxuyaniyek taybet de ji bo Gulan bi necarî dîtin û boçûnên xwe berçavkirin û got: "encamên rêfrandomê ne pir ecêbin, ji ber ku di van salên dawî de piraniya xelkê Turkiya alî girên demokratî û hikumdariya medenîne bûn. encamên rêfrandoma 12 ê eylolê ev tekezkir, wate siyaseta xelkê Turkiya piştevanî kirine li tuykiyayek demokratîk û ji aliyê siyasî ve demokratî li pêş her tiştî be û xelkê Turkiya piştevaniya wan bizavên siyasî yên demokrat xaz dikin, çunkî tîrêja vê guhartinê ber bi demokratî bûnê û sivîl bûnê diçe, di vê rewşê de AKP'ê bihêztirîn hêza siyasî ya rêvebera rêfrandomê bû û cihê baweryêye li Turkiya. herçende ku ev dengdan û bawerîdan bi AKP'ê ramanê nade ku wan bawerî bi hemû siyaseta AKP'ê heye, belku ev dengdanek bû ji bo bawerîbûn bi demokratî bûn û sivîl bûna AKP'ê ye. wate ew bizava li Turkiya pirojekê derbarî sivîlbûn û demokratî bûnê dirust dike, piştevaniya xelkê bi rêja 58% werdigire, pir giringe ji bû hemû siyasetên Turkiya, eger partên siyasî yên Turkiya bikarin encamên dirust ji vê rêfrandomê derbêxin, îca ew jî dê bi serkevin. ewûn dijî xasteka xelkê sivîl tagiriya xasteka dewletdariyê û artêşdariyê dikin dê herdem derdin. Ew ên dijî demokratiyê û piştevanên siyaseta bîrokrat û bizavên bîrokrat dikin herdem ew dê derdin, lewra jî gereke ew aqilî ji vê rêfrandomê werbigirin".

Her di vî çarçovî de û derbarî bandor encamên vê rêfrandomê li ser paşeroja Turkiya pirofîsor Daxî got: " ewa ez dixazim bêjin, ya ev rêfrandom dike ji bilî rêkxistin û başvekirinên AKP'ê hizra pêkhata bîrokratiya Turkiya jî bo demokratî bûnê guhart. di vê rewşê de guhartinên mezin yên AKP'ê hevkarin ji bo demokratî bûn û sivîl bûna Turkiyê. di vir de gereke bizanin ku AKP'ê kakilka vê pirosê ye, raste bi destveanîna 58% bê bibe egera bihêz ketina AKP'ê, lê guhartina yasala giştî nabe sedema bihêzketina AKP'ê tenê, belku dê bibe mifa bo hemû aliyên ji bo bicih anîna siyseta sivîl bizav dikin. îro AKP'ê li ser deshilatêye û sube parteka din, lê ev guhartin biyavê sivîlbûnê berfireh tir dike û AKP'ê jî ji niha û şûnde bêtir dê bihêz bibe, encamên rêfrandomê nîşandan ku AKP'ê karî Turkiya bixwene û jê fambike û karî daxwaz û pêdiviya pêşdeçûna Turkiyê pir bike, wate karî xasteka guhartina Turkî pêkbine û ev rêfrandom jî wê tekez dike. di encam de xuyabû ku AKP'ê parteke dikare daxwazên texên civakî yên Turkiya ji bo guhartinan bi pirogiramek siyasî pêkbine, wate AKP'ê karî bibe lîstikvana siyasiya daxwazên civakî yên ji bo guhartinên nû û rolê xwe bilîst helbet dê bihêztir bibe, encama rêvrandomê rêja 58% belê bû ku ev rêje ji texmîna AKP'ê bêtir bû, ev yek bihêz ketina AKP'ê nîşandide, wate di vir de daxwazkerên guhartinê hene û AKP'ê karî evê bi dirustî bixwêne û bibe alîgirê guhartina û karî bibe pêşewa û nûnera demokratî bûnê û sivîl bûna civakê, lê divê em li vir bizanin çima hinek alîgirên nexêr bûn? bi ya min ewan nikarî xwe tevî xasteka guhartinxaza û guhartinan bi guncînin, wate di birseka giringa wek guhartina yasaya giştî de, ji bo alîgirên nexêr ê û CHP'ê li serê lîstê xuya bû ku êdî ew ne hêzên balane, wate ji bo guhartina Turkiyê êdî pêdivî bi razîbûna kemalistan û 'elmaniya nine. Turkiya bi piranî û bê razamendiya kemalîstan û CHP'ê karî yasaya gişî bi guhorin, bêguman di şiyan daye ku yasaya giştî ya nû were dirust kirin. li vir tagirên nexêr û kemalîstan sînûrê xwe zanî, bi taybet di pirsên guhartina yasaya giştî, wan hizir dikir eger CHP'ê razî nebe, yasa giştî û herweha dadgeha yasa giştî nabe werin guhartin. CHP'ê û ta û pişkên wê li dadgeha yasa giştî weha hizir dikir eger razî nebin yasa giştî li Turkiya na hê guhartin lê encamên rêfrandomê xuyakir ku dîtin û bûçûnên wan di şaşin, êdî civak u bizavên siyasî ne lawazin ku bê razîbûna CHP'ê nikarin yasaya giştî biguhorin, li vir xuya dibe ku tagirên nexêr ew hêz nîne ku bikarin rê li Turkiya bigiri".

Li gor gotinên pirofîsor Daxî niha Turkiya mijûlî vekirina deriyek firehe ji bo yekîtiya Ewropa, lewra di berdewamiya axiftina xwe de ji bo Gulan amaje kir bandor rêfrandomê ji bo nêzbûna Turkî ji yekîtiya Ewropa ve û got: "helbet bi van guhartinan yasaya giştî, turkiya hinekê demokratî tir lêhat, lê ev yasa giştî hin nebûye standarek weha ku Turkiya bêxe nav yekîtiya Ewropa. tenê rêxweşker bû ji bo Turkiya û piştgêriya dike Turkiya bikeve nav yekîtiya Ewropa, lê wek me gotî endambûna di yekîtiya Ewropa de b vê yasayê tenê bidest nayê, ji ber ku di yasaya giştî ya niha de hin kêşe hene û ji bo nehîştina van kêşan pêdivî bi rêkxistin û çaksaziyên berfirehtir heye, yek ji wan kêşan ku tevî encamên rêfrandomê ji me re xuya bû ewe ku gereke yasayeka giştî ya nû were damezrandin. serokê wezîran jî berî derketina encamên rêfrandomê xuyakir ku di demek nêz de em bi niyaza berhev kirina yasaya giştî ya nû ne. lewra bi ya min di dema were de Turkiya di biyavê çaksazî û guhatina de dê yasayeka giştî ya nû darêje. eger em bi çavê yekîtiya Ewropa temaşey vê pirsê bikin, xuyaye her ji destpêkê yekîtiya Ewropa piştevaniya vê guhartinê dikir, ji ber ku pir ji wan bendên ketîn ber guhartinê li gel daxwaziyên Ewropa diguncin, bo nimûne rêkxirawa çavdêriya civakî û parastina jinan û bê deshilatan û ... hwd. ev hemû ew pêşdaçûnin ew ên Ewropa ji Turkiya dixwastin. encamên vê guhartinê daxwaz û xastekên ji bo demokratî bûn û sivîl bûna Turkiyê ye. ev jî bandor li hizra Ewropa derbarî Turkiyayê kir û Ewropa hêz û şiyanên alîgirên çaksazî û demokratî bûna Turkiyê temaşekirin, ji ber ku ev tex alîgirên pirojên yekîtiya Ewropayê ne. lewra jî bi ya min yekîtiya Ewropa hember hêz û xwastekên alîgirên demokratiyê û pirojê yekîtiya Ewropa pêdiviye lezê bike û Turkiyayê bike endama xwe".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top