• Saturday, 18 May 2024
logo

Destpêşxeriya Barzanî ''civîna hemû aliyan li ser yek mêz'' çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne

Destpêşxeriya Barzanî ''civîna hemû aliyan li ser yek mêz'' çareseriyê ji pirsgirêkan re dibîne
Paş derbazbûna heşt mehan bi sder helbijartinên adara bûrî, ta niha aliyên Îraqî negehane tu rêkeftinan ji bo pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê û ta niha aliyên Îraqî nekarîne li dora mêzeyekê rûnin û gotûbêj û dîtinan bi hev biguhêrin, di vê çarçovê de birêz Mes'ûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê destpêşxeriyek arastey hemû aliyên Îraqê kir daku hemû alî li hev kom bibin û bi hev re çarekê ji pirsgirêka Îraqê ya niha re bibînin, ji bilî ku li ser astê navxweyê Îraqê û aliyên siyasî pêşwazî li vê destpêşxeriyê kir û çendîn çivînên seretayî ji bo ejinda wê kombûna hevbeş hatin encamdan, di heman dem de li ser astê welatên Erebî bi taybet komara Erebî ya Misirê ku wezareta derve ya Misrê bo derbirîna piştevaniya xwe beyannamek derxist û têde piştevaniya destpêşxeriya cenabê serok Barzanî kir, di heman dem de li ser astê welatên yekbuyî yên Emrîka û Netewên Yekbuyî û Turkiya jî hat piştevanîkirin û bi gavek baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê hat hejmartin, derbarî giringiya wan civînên aliyên Îraqê di hefteya bûrî de girêdanî ji bo vê raportê nûnerên aliyên siyasî û gotebêjê serokayetiya herêma Kurdistanê û çendîn pisporên biyanî beşdarî di gel me kirin û ev kurteya dîtin û boçûnên wan e.

Birêz D. Fuad Husên derbarê biştevaniya Emrîka ji bo destpêşxeriya serok Barzanî di daxuyaniyek taybet de bi neçarî dîtina xwe ji Gulan re xuya kir û got: "ji bo piştevanî kirina destpêşxeriya serok Barzanê ne tenê Emrîka belku duhî 27/10 Misrê jî piştevaniya xwe xuya kir îro 28/10 turkiya jî piştevaniya xwe da xuya kirin û welatên din jî dê piştevaniyê kin, herweha rêkxirawên Netewên Yekbuyî jî piştevaniyê lê dikin, ev piştevanî kirin bi xwe serketineke ji cenabê serok Barzanî re û ji bo serokê kurdistanê û xelkê kurdstanê serkeftine, ev giraniya kurdan li nav Îraqê û welatên herêmê û nîvneteweyî nîşan dide, her ji dest pêkê dema ku serokê herêmê destpêşxeriya xwe amade kirî ji bo li hev komkirina hemû aliyên siyasî, li ser bernamê gift û go bû, ji ber ku ta niha aliyên Îraqî bi çiwar yan pênc yan şeş qulî rûneniştîne, her aliyek li gel aliyekî din û bitaybet serokên wan ku pir caran bi tenê li gel hev di civîn û gift û go di kirin lê bi vî rengî heger hevpeymanî jî dirust bibe pêkhatin her dirust nabe, hikûmeta hevbeşa bi vî rengî dirust nabe, ji ber ku di hikûmeta hevbeş de bas li bername û peykerê hikûmetê tê kirin, lewra eger hikûmetek hevbeş were pêk anîn divê hemû alî bi hev re rûnin. înca niha dan û sitandin berdewame û rêyeka dûr û dirêj li ber sîngê me ye, renge li dawiyê çareseryek tewafiqî be, ji ber ku bi rengekê giştî ji bo derketina Îraqê ji vê pirsgirêka niha tu çareseriyek din jêre tune ye, tenê çareserî ew e bi hev re û li bin sêlwana destpêşxeriya cenabê serokê herêma kurdistanê rûnin".

Di beşeka dina daxuyaniya xwe de û derbarê ew civînên ku hefteya bûrî ji encamê hatina aliyên Îraqî bo kurdistanê hatine girêdan, peyvdarê serokatiya herêma kurdistanê got: "ev pirs çend teweran bi xwe ve digire, ji aliyekî ve hatina serkirdên hêzên siyasî yên Îraqê bo herêma kurdistanê, ev jî xuya dike ku herêma kurdistanê sengeka giring heye, berî salek du salan hinek ji wan serkirdên di vê dawiyê de hatine cem serokê herêma Kurdistanê di ragehandinan de bas dikirin ku rola kurdan lawaz buye û wek berê nemaye û kurd nikarin kêşan yekalî bikin, hatina wan serkirdan xuya dike ku rola Kurdan bi bandor e lewra jî hemû hatin Kurdistanê. heta ew kes hatin cem cenabê serok Barzanî ku bi hizr û dîtin û siyaseta xwe dijî Kurdan bûn. lê ev seredan ne tenê bo Kurdan serkeftin bû belku ji bo hemû Îraqê serkeftin bû daku bikaribin bi hev re basa hemû pirsgirêkan bikin".

Derbarî pirsa gelo ew civînên hatine encam dan ta çi rade derencamên pozetîf jê peyda bû? di bersivê de D. Fuad Husên amaje kir û got: "derencamên van civînan komeka encaman bû, tevî ku ev civîn binyatê gift û go û dan û standinên taybete bi damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê û hevbeşiya wê, ji aliyekî din ve hatina şandê Emrîka bi serokatiya Entonyo Bilînkin ku rawêjkarê neteweyî û çîgirê serokê Emrîka ye û doseya Îraqê di dest daye, ku wê lora kurd û serkirdatiya siyasî ya kurdî pir bilind nirxand ku têde rola serokê herêma kurdistanê xuya û berçav e, dîsan wî basê destpêşxeriya serokê herêma kurdistanê kir û piştevanî lê kir, ev yek jî tekez kirina pêgiriya rêveberiya Emrîka ye ji bo rêveberiya herêma kurdistanê û piştevanî kirin û parastina xelkê herêma kurdistanê tekiz dike, ev pir giring bû, ji ber kû wî şandî bi navê serok Obama û Cobaydin cîgirê serok axiftin dikir, dubare Emrîka piştevaniya xwe hember gelê kurdistanê û rêveberiya wê tekezkir".

Pirofîsor Marîna Otawa ku niha vekolereka mezin e li şîretgeha Karincî û rêvberiya pirogiramên vekolînên siyasî yên rojhelata navîn her li wê şîretgehê ye, yeke ji şirovekarên xuya yên siyaseta Emrîka li Îraqê û xanim Marîna yek bû ji wan pisporên ku beşdarî di nivîsîna raporta vexwendina Îraqê (bîker-hamîlton) kirye û niha berdewam e li ser girêdana simînaran derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û vekolînan sebaret rewşa niha ya Îraqê encam dide, derbarî rewşa niha ya Îraqê xanim Otawa di daxuyanîyeka taybet ji Gulan re dîtina xwe derbirî û got: "rewşa niha ya Îraqê pir bi tirse, li Îraqê hejmarek pirsgirêk û griftan hene û pêdivî bi çareser kirinê ne, di heman dem de nêzîkî heşt meh li ser bûrîna helbijartinan re derbazbuye lê ta niha hikûmet pêknehatiye, hikûmeta niha ya Îraqê di meha kanûna duyê de wê êkispayer bibe, herweha Îraq xwedî hikûmetek weha bihêz û kara nîne ku bikare biryaran bide lewra jî ev rewşe metirsî dare".

Derbarî destpêşxeriya birêz Mes'ud Barzanî di vê rewşa aloza Îraqê de, Otawa ev destpêşxerî bi giring da zanîn û got: " bi dîtina min Barzanî serokek pir jîr e, ji ber vê yekê wî vedîtin hene û ji pirsgrêkê famdike. em hemû dizanin ku eger Kurd piştevaniya Malikî bikin û Sedrî jî beşdar bibin her nikarin hikûmetek kara pêkbînin, ji ber ku pêkanîna hikûmetê bê beşdariya nûnerên suneyan hikûmetek cêgir peyda nabe. lewra jî bi ya min Barzanî gavek pir giring û rast û dirist havêt ev karê wî bankirine ji bo ku hikûmetek niştimanî pêkwere.... hikûmetek niştîmanî ji bo wan welatên ku tund û tîjî û rewşek xerab heye pir giring û pir bi mifa ye û dê hevkar be di pêşvebirna rewşa ewlehiya welat, paş cengê cîhanî yê duyê piraniya welatên Ewropa di destpêka xwe de hikûmetên yekgirtî yên neteweyî pêkanîn. bi ya min paş bi ser çûna demekê dirêj ji avakirina pirosa demokratî ji nû sîstema demokratiyê pêdivî bi opozisyonê dibe. lê cudahiyek mezin heye di nav bera qûnaxa tund û tîj û qûnaxa tena, di çarçovê rewşa niha ya Îraqê hikûmeta niştîmanî pir başe. lê bi dîtina min dest bi sergirtina Malikî li ser postê serok wezîran pirsgirêkek yekane nîne ji bo pêk ne anîna hikûmetê, lê pirsgirêkeka serekiye ji bo paşvemana pêk anîna hikûmetê. eger li bîra we be li sala 2006 ê bi helbijartina Malikî wek serok wezîr, Malikî ew bend û girêk şikandin ew ên rêgir bûn ji bo pirosa pêkanîna hikûmetê, wê demê Malikî wek serok wezîrekê lawaz dihat temaşekirin, lewra jî bi ya min eger serok wezîrekê din yê lawaz hebe dê hikûmet pir bi sanahî were pêkanîn. îro malikî xwe li ser postê serok wezîran asê dike, ev e jî ji bo part û aliyên din yên Îraqê metirsî ye. li vir dixwazim amaje bidim xaleka giring, eger dubare Malikî bibe serokê wezîran dê bibe egerek bi hêz ku Malikî bo heyamekê dirêj li ser vê postê bimîne. Yan eger Malikî bo mawê çiwar salên din jî bo serok wezîr ez bawerim ku ew dê hêdî her daxwaza wê postê bike û êdî rakirina wî li ser posta serok wezîran dê karekê bi zehmet be ez bawerim ku partên siyasî jî ji vê pirsê agadarin".

Derbarî rol û bizava Emrîka di vê pirosê de xanim Marîna got: "welatên yekbuyî yên Emrîka giringiyê bi çarekirina pirsgirêkên Îraqê dide, Emrîka naxwaze Îranê deshilatek bi hêz li Îraqê hebe, welatên yekbuyî yên Emrîka pir kêm giringiyê bi siyaseta navxwe ya Îranê dide, lê Emrîka heznake Îran deshelata xwe li ser hikûmeta Îraqê bi sepîne,lewra dema Muqteda Sedir piştevaniya xwe ji bo Malikî xuya kirî karbidest li waşintin bi çi rengekî bi vê ragehandinê dilşad nebûn ji ber ku bi ya wan hevpaymaniyeka Malikî û Muqteda Sedir têde bin dê ji Îranê ve pir nêzîk bibe, her ji ber vê bi ya min hemû ew aliyên siyasî yên ku di hikûmeta hevbeşa niştîmanî de dê beşdar bibin her yek ji wan ji bo girintî kirina xwastekên xwe bizavê dike, ev tiştekê dirust û asayî ye, lê ez di wê baweriyê da me ku renge hinek ji daxwazên kurdan nehên bi cihkirin. eger ne şaş bim kurdan daxwaz kiriye ku eger kurd xwe ji hikûmetê vekêşin divê hikûmet were hilweşandin, ev tiştek destûrî nîne û nikarin cêbecê bikin. eger hikûmetê nikarî piraniya dengên perlemanê bidest xwe ve bîne wê demê ji nû dê hikûmet wer ji navbirin, lê nabe bendekê yan mercekê danin û bêjin (hikûmet dê hête helweşandin dema ku kurd piştevaniya xwe ji hikûmetê vekêşe) lewra jî bi dîtina min gereke kurd pir hişyar û haydar bin û pir li pê pêşkêş kirina daxwaziyan neçin. li vir ez bi fer dibînim ku bibêjim niha gereke hemû alî pêgirîyê bi destûrê bikin. îro Îraqê destûr heye helbet destûr jî hêjayî pîte danê ye, divê perleman ser ji nû dest bi encamdana rûniştinan bike, lê bi ya min pir bi tirse dema ku serok wezir destûrê pişt guh bike".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top