• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî beşdarî merasima Roja Nîştimaniya Fransayê bû

Serok Barzanî beşdarî merasima Roja Nîştimaniya Fransayê bû

Serok Mesûd Barzanî dê şeva înê li Hewlêrê beşdarî merasima Cejna Netewî ya Fransa bibe.

Êvariya roja Înê ya li Hewlêrê bi boneya pîrozkirina roja nîştimaniya Fransayê, konsulxaneya giştî ya Fransayê li Hewlêrê merasîmeke taybet li dar xist.

Ev rêwresm bo cara duyem bi amadebûna Serok Barzanî li Hewlêrê birêve çû û di axaftinên xwe de tekezî li ser dostaniya dîrokî û peywendiyên bihêz yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransa kir.

Her sal roja 14ê Tîrmehê Roja Neteweyî ya Fransayê li Fransa û li nûnertiyên wê yên dîplomatîk ên li cîhanê tê pîrozkirin.

 

Basnews

Top