• Sunday, 05 May 2024
logo

Peyamek ji Serok Barzanî bo 77 saliya damezrandina PDK

Gulan Media August 16, 2023 Nûçe
Peyamek ji Serok Barzanî bo 77 saliya damezrandina PDK

Serok Barzanî rêzdariya xwe bo xebat û berxwedana girseya PDK diyar dike.

Îro 16ê Tebaxê Serok Mesûd Barzanî bo 77 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta 77 saliya damezrandina partiya demorkata Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, Serkirdatî, kadir, endam û alîgirên PDK û tevahiya xelkê Kurdistanê, xebatkar û azadîxwazan dikim.

Di vê bîranîna han de rêzdariya min bo xebat û qurbanîdana girseya PDK heye ku, di qonaxên dijwar û çarenivîssaz de her gav hevîna berxwedan, berdewamî, xweneçemandin û bihêztir bûna doza gelê Kurdistanê bûne, heye.

PDK û rêbaza Barzanî di demên derbasbûyî, niha û pêşerojê de jî hertim cîhê omîd û dest û hêza Kurdistan û parêzer û berevanîkarê doza reva ya gelê Kurdistanêne û lazime Serkirdatî, girse û endamên PDK bi vê berpirsiyartiya han bihesin û li gor vê tevbigerin.

Nemirî bo şehîdên rêya azadiyê

Serok Barzanî

 

Top