• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî û Eyad Elawî civiyan

Gulan Media September 17, 2023 Nûçe
Serok Barzanî û Eyad Elawî    civiyan

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya nîştimanî bi Serokatiya Serokê vê hevpeymaniya han Eyad Elawî kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşhatên dawî de hate kirin.

Derbarê pêşhatên nava prosesa siyasiya Îraqê de û kêşeyên navbera herêm û Bexdayê de jî her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalog û li ser esasê destûrê kirin beriya ku, kêşeyên han aloztir bibin.

Top