• Sunday, 05 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî telefûna Mihemed Sûdanî kir

Gulan Media September 17, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî telefûna Mihemed Sûdanî kir

Spasiya wî kir ku piştîvaniya rêkeftinê kiriye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefûnê li gel Serokwezîrê Îraqê peyvî û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Piştî nîvroya îro di peywendiyeke telefûnî de li gel Serokwezîrê federalî birêz Mihemed Sûdanî, me ji ber piştîvaniya wî, spasiya wî kir bo gehêştin bi rêkeftinek derbarê dabîn kirina mûçeyên mûçexwerên herêma Kurdistanê de.

Herwiha me hêvî xwest ev rêkeftina han bibe bingehek bo çareser kirina tevahiya kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi rêya diyalog û li gor destûr û rêkeftinan.

 

Top