• Saturday, 04 May 2024
logo

Serok Barzanî yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê qebûl kir

Gulan Media November 16, 2023 Nûçe
Serok Barzanî yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê qebûl kir

Serok Mesûd Barzanî yekem Konsulê Qeterê yê Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de pêşketina pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.

Li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya yekem Konsulê Qeterê yê Herêma Kurdistanê Husên Elî Salih Elfezale kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Qeterê silavên Mîr û Serokwezîrê Qeterê gihandin Serok Barzanî û kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî li Konsulê Qeterê kir û destxweşî li berfirekirina pêwendiyên dîplomatîk ên Qeter û Herêma Kurdistanê û kir.

Serok Barzanî herwiha tekezî li ser pêşxistina dostayetî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir.

Pêşhatên dawî yên li herêmê mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Rudaw

Top