• Saturday, 18 May 2024
logo

Diyalok bazina li hev komkirina nêrînên cêwaz e

Diyalok bazina li hev komkirina nêrînên cêwaz e
Ciwaniya sîstemê demokratîk hebûna ciyawaziyane, lewre jiyana perleman û demokratîkê avakirina û peydakirina ciyawaziyane nek bizav tê kirin ji bo ji nav birina ciyawaziyan, renge ev diyarde li destpêka serhildana demokratiyê ji bo jiyana siyasî û civakê ta radekê balkêşbe û aliyên siyasî li ser şarezanebin, yan hizir bikin eve curek ji desberdarbûn û kêmasî qebûlkirinêye, lê pênasa rasta demokratîkê nermî nîşadan û qebûlkirina kêmasiyane ji yê beramber û ji hev dagêrane û bizve ji bo gehiştina rêkeftekê, yan bizave ji bo vedîtina çareseryeka navinçî ya goncayî bi awayekê ku çareserî ya tu aliyekê nebe û ya hemû aliyekê jî be, ku di şiyan de be saziyên demokratîk pê xwe li ser linga bigrin û hemû alî sîstemê siyasî bi yê xwe bizanin û berevaniyê jê bikin, lê li destpêk pirosêsa demokratî hest tê kirin ku hevrikiya partên siyasî ji hebûna cudahiyan tên veguhastin ji bo baykutkirina hev, derbarî çawaniya rêkeftina pirosêsa demokratî di navbera partan de, me pirs ji pirofîsor Manowêl Balan mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Teksas kir di daxuyaniyek taybet de ji Gulan re nav weha axivî: " di sîstema demokratîk de part nûneratiya wan berjewendiya dikin ku di civakê de hebûna xwe hebe, ku renge ev nûneratiye arasteyekê pozetîf yan nêgetîf bigre, wate renge partên siyasî bibin hestiyê pişta demokratîkê yan jî bibin egera ji nav birina demokratîkê, wate eger part bi başî karên xwe bicê bikin û welatî hizir bikin ku ev parte yê nûneratiya wan bi awayekê dirust dikin, weha dikarin hevkar bin tevê pêşde çûna demokratîkê, di vê barê de milmilanê di nav bera partan de tiştek misogere, lê gereke ew milmilanê bi saziyane were kirin, merema min nehêlana milmilanê ne çareseriye, ya din jî di tesbîtkirina helbijartinan de demokratîk pêtir xwe dibîne, yan jî di gengeşên siyasî û di kombûnên partan û kongireyan de demokratîk berçav dibe. Lewre awayê milmilanê li ser wê pirsê disekine, gelo berjewenda hikûmetê û partên opozisyonê çine? Bi taybet di qûnaxa demkî de ku demokratîk lawaze, hêviya min ewe ku karkirin ji bo bihêzkirina demokratîkê di vê qûnaxê de bibe karê yekemînê her du aliyan, ne tenê çavê wan li berjewenda wan be, bi dest xistina vê deskeft û armancê jî karek aloze, her ew egere ku gav havêtin ber bi demokratîkê ve karek zehmet û aloz be. Ji ber ku ger îradeka tevgir ji aliyê hikûmet û opozisyonê ve nebû, xwe eger karibin jî saziyan avabikin weha wê karek kêm were encamdan".

Ji aliyekê din derbarî wê yekê ku hebûna milmilanê û hevrikiya dibe sedema peydabûna aloziyan û nikarin bi rêya gengeşê çareserbikin, pirofîsor Cason Birawinlî mamostayê Siyasetê li beşa hikûmet li zanîngeha Ostin weha ji Gulan re peyvî: " hebûna pirosêsa siyasî û aştiyane ji bo yekalî kirina cudahiyan pêdivî bi hebûna girop û aliyên ciyawaz heye, gereke nêrînên cuda hebin derbarî çawaniya rêvebirina hikûmetê, yan çawa bigehin rêkeftinekê,wate hebûna ciyawaziyan bixwe ne hêrişeke li ser demokrasîkê, eger demokratîk bikare îdarebike û karî li ser bike. Eve li tevaya welatên dunyayê tê dîtin, wate hemû partî bizavê dikin pêtiriya deskeftên di berjewenda xwe de bi destbêxin, lê ew cudahiya di demokratîka serkeftî de hey ewe ku sînûrdarî û çavdêrî heye û nahêle partek li ser hesaba parteka din deskeftên xwe zêde bike, her eve bû eger ku hebûna partên siyasî ji bo pêşde çûna hikûmetê û dirustkirina peywendiyê di navbera gel û hikûmetê de tiştek giring be. Di vê barê de eger sazî bihêz bin û karê xwe bi başî birêvebibin, wate eve tiştek başe û tendiroste, ev mesele li ser reftara xelkê radiweste, ku guhartina awayê reftara wan jî pêdivî bi demî heye".

Bizavên opozisyonê ji bo çareserkirina pirsgirêkan
Saloxeta sîstemê demkratîk ewe ku civaka vekirî û hikûmet zelalbe, lewre eger xwe hikûmet zelal nebe jî cemawer û raya giştî hikûmetê neçar dike ku zelal be, ev saloxeta sîstemê demokratîk ku hemû kar û pirsgirêkên hikumdariyê li ber çavê raya giştî xuyadibin û cemawer dikare bandûrê li ser biryarên hikûmetê bike, dîsan opozisyon qûnaxa veguhastinê weke lawaziya hikûmetê yan deshelatê dihejmêre û rêsayê demokratîkê li pêşiya çavên xelkê şêlî dike, kêm û kasiyên civaka demokratîk di eşkerane lewre gereke partên deshelatdar û opozisyon bi hevre bizava çareseriyê bikin, di vê barê de rolê opozisyonê du arasteyên pozetîf digire nek nêgetif, yek ewe ku rêya çareseriya guncayî têxe holê û beşdarî çareseriyê dibe, ku eve dibe sedem opozisyon ji bo dema were pêtir dengan bidestbêxe, du ewe nahêle welatiyên welatê wê bê hêvî bibin û nezanin wê çawa rewş were çareserkirin, opozisyon rêyên çareseriyê têxe holê û bigura jî diyardike û hewldide baweriyê li cem welatiyan dirust bike û di helbijartinên were de bernamê xwe cêbecê bike, eger opozisyon bi vî awayî reftarê bike, wate bi xwe li gor sîstemê demokratîke û weha gel jî wê piştevaniyê lê bike, lê ji bo bidestxistina raya giştî gereke zaniyariyên rast û dirust bêx holê, ji ber ku eger ew zanyariye dirust nebin de ji bo opozisyone bibe zirar conkî dê gel zanibe ew zaniyariyên nedirust ji bo demek kurt û berjewendiyek demkî ne, derbarî bandûra raya giştî û çawatiya reftarkirinê digel, pirofîsor Kirîstofer Bîman mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Meyamî ji Gulan re got: " raya giştî hertim hebûna xwe heye, lê pirs ewe gelo raya giştî ji bal hikûmetê hatiye dirustkirin yan arastê hikûmetê vekiriye, raya giştî pêkhatiye ji tevaya nêrînên hemû yan hinek welatiyên welatekî, wate raya giştî ji zanyariyan serhildide, bo nimûne eger hinek kesan zanyarî li ser siyasetê nebe ew nikarin nêrîna xwe li ser bidin. Em qet nikarin bêjin raya giştî şaşe yan diruste, ji ber ku ew raye girêdayî wan pêzanînane yên wan wergirtî, helbet desteya siyasî rolek giring heye di gehandina gazindên xelkê de ji bo deshelatê û têgehadina welatiyan bi rêya mêdiyayan û hşyarkirina welatiyan ji wan karên rûdidin, lewre pişta me bi kesatiyên siyasetvan germe ku ew zanyariyên dirust didin welatiyan. Li vir jî ew dikarin rolek baş bigêrin û di heman dem de dikarin bibin xwedî rolek xerab, ji ber ku wan bandûra xwe li ser raya giştî û welatiyan heye. Wê demê dê bin xwedî rolek baş dema rastiyan eşkera kin û bi rastî biaxivin, û wê dema ew bi mbestên taybet rastiyan veşêrin û ne înin ziman dê bin xwedî rolek xerab, li vir em dikarin di navbera wan desteyan cudahiyan bikin, bo nimûne dema em piştrastbin ku desteya siyasî rastgo û diriste yan mêdiyayên serbixwe û bêlayen zanyariyên dirust û hûr belavdikin, em dikarin ji wan desteyên hikûmetê arastekirinî cudabikin, bo nimûne di dema helbijartinan de siyasetmedar gotara didin û soza didin em dizanin ku gotinên wan rastnînin û tenê ji bo berjewenda xwe dixebitin daku bikarin raya giştî bidestbêxin, ev jî rûbirûbûna dirustbûna hikûmetek demokratîke. Ew hemû saziyên di helbijartinan de hatîn avakirin di perleman û hikûmeta lokal û hikûmeta niştîmanî de hemû ji bo axiftin û guhdarîkirina dengderan hatîne danan. Her hikûmete li Îraqê be yan li her welatê din be, eger bizavê ji bo bihêzkirina demokratîkê bide, em dibînin ku hertim di nûneratî kirina welatiyan de rêgeçarek netemam heye, egr me demokratîkek temam bivê, gereke vegerin serdema Yonanîyên kevin ku hemû welatiyên bajêr li ciyekê dicivîn û bihevre biryar didan,lê îro rewş hate guhartin û dengdan li ser hemû biryara nayê kirin, û di heman dem de em dibînin ku her kesek xwedî nêrînek cudaye".

Lê dema raya giştî bi awayekê nêgetîf dikeve jêr bandûrek nedurist, di vê barê de pirofîsor Manowêl Balan di berdewamiya axivtina xwe de ji bo Gulan du rengên metirsiyê li ser astê kurt û dirêj diyar kirin û got: " bi yamin metirsiyek kurt û metirsiyek domdirêj heye, di metirsiya kurt de renge awayê karkirina partên siyasî ji bo bidestxistina raya giştî û dengderan be, di heman dem de metirsiya domdirêj ji destdana baweriyê ye, wate eger partên siyasî karê xweyê serekî nekin nehêlana gendeliyê, weha bawerî bi pirosa demokratiyê namîne".

Pirofîsor Camîs Sontonlrog mamostayê siyasetê li zanînga Kensas derbarî rakêşana raya giştî di daxwuyaniyekê taybet de ji Gulan re got: " eger em temaşey bizava siyasî li piraniya welatan bikin, dê ew rastî ji me re derkeve ku her dema rewşek nû hat holê partên opozisyon bizav kiriye xwe tevî wê rewşa nû bikin, bi ya min ji bo partên deshelatdar baştirîn çareserî ewe ku ew wê bweriyê li cem xelkê dirustbike ku bigor û nêrînên partên deshelatdar pêşkêşdikin baştire ji wan bigor û nêrînên opozisyon pêşkêşdikin, di vê barê de hinekê yan jî gelekê wê bikaribe raya giştî bêxin jêr bandûra xwe, bi rastî raya giştî jî têgehiştinek pir di rewşa çawatiya rêvebirina karan de tuneye, ew weha tênagehin kanê palderên helbijartinê siyasetek diyarkirî û çiye û çima bi ser siyasetek din de tê sepandin ku herduk ji her ji bo yek armanc hatine darêtin, ew weha tênagehin ku renge egera serneketina yek ji van siyasetan ewe ku derfet nebû were cêbecêkirin lewre tuşî arêşan bû. Eve buye eger ku ragehandinê yan her kesê din jî bikare bi sanehî bandûrê li ser raya giştî bike, di rastî de reftar tevî raya giştî girêdayî rewşa wê çaxêye, li ser astê fêrbûn û xwendewariya wî xelkî radiweste, di heman dem de dikefe ser destnîşankirina egera raserasta nerazîbûna wan, ji ber ku her rewşek pêdivî bi çareseriyek taybet heye, wate yek çareseriya cihanî nîne ku bikaribin di hemû rewşan de bêxinkar, herweha dema nerazîbûn dibe sedema peydabûna xwenîşandana wê demê baştirîn rê ewe bizav bê kirin pêdiviyên wî xelkî bên xuyakirin û bizav bê kirin ku daxwaziyên wan bên çareserkirin, piraniya caran deshelatê weha kiriye û buye sedema dawî hatina xwnîşanderan, û xelkê hest kiriye ku di civakek demokratî de dijîn û dikarin dengê xwe û nerazîbûna xwe bilind bikin, lê eger daxwaziyên xelkê hatin pişt guh havêtin dê rewş aloztir û xerabtir bibe".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top