• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî daxwaza bexteweriyê bo mesîhiyan dike

Gulan Media December 25, 2023 Nûçe
Serok Barzanî daxwaza bexteweriyê bo mesîhiyan dike

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan kiriye.

Bi minasebeta cejnên sersal û jidayikbûnê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta sersala nû ya mîladî û cejna jidayik bûna HZ Îsa Mesîh silavên xwedê li ser wî bin gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî xuşik û birayên mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê bo wan dixwazim.

Bi vê minasebeta han tekez li ser pêbendiya xwe bi çanda bihevre jiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikin û hêvî dikim xuşik û birayên mesîhî tevahiya cejnên xwe bi xweşî û aramî derbas bikin.

Mesûd Barzanî

 

Top