• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyoza nû ya Fenlendayê civiya

Gulan Media January 15, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyoza nû ya Fenlendayê civiya

Behsa rewşa deverê hatiye kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyoza nû ya Fenlendayê li Îraqê Anu Sarela civiya.

Di civînê de balyoza Fenlendayê kêfxweşiya xwe li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê û aramî û pêşkeftinên heyî yên Kurdistanê de diyar kir.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan derbarê guhertinên Îraq û deverê bi giştî û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de nîqaş kirin û tekez li ser berdewamiya diyalogê bo çareser kirina kêşeyên han kirin.

Serok Barzanî spasiya balyoza Fenlendayê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest û spasiya gel û hikûmeta Fenlendayê jî kir ku, hevkariya herêma Kurdistanê kirin û herwiha stayîşa rola hêzên Fenlendî û hevpeymaniya cîhanî di rûbirû bûna terorê û pêşkêş kirina hevkariyan bo herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê hertim hewl daye roleke berçav bo dabîn kirina aramiyê li Îraqê bilîze.

Balyoza Fenlendayê jî rol û ezmûna Serok Barzanî û herêma Kurdistanê li deverê de bilind nirxand.

 

 

Top