• Sunday, 05 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê çi kir?

Gulan Media January 15, 2024 Nûçe
Nêçîrvan   Barzanî li Bexdayê çi kir?

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi hemû alî û hêzên siyasî yên Îraqê re gelek hevdîtinên girîng pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdaya paytexta Îraqê bi amadebûna gelek berpirsan beşdarî merasîma bibîranîna 21emîn a salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm bû.

Nêçîrvan Barzanî di roja ewil a serdana xwe de (doh) bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zeydan, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî, Serokê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezalî û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alîna Romanowskî re cuda cuda civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di roja duyem a serdana xwe de (îro) jî bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz, Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd, Serokê Tevgera Bedrê Hadî Amirî, Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Medelawî, Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî, Serokê Tevgera Hikmetê Umer Hekîm, serokwezîrê berê yê Îraqê Dr. Adil Ebdulmehdî û Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Elfirêcî hevdîtinên cuda kirin.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şîya Sûdanî

Di civînê da rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê, pêşhatên dawî yên herêmê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Barzanî û Sûdanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê aştî, aramî û serwerî li welat were parastin û Îraq ji pirsgirêk û nakokiyên navçeyî dûr bê xistin.

Herwiha di hevdîtinê de pêngavên hevbeş ên hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo çareserkirina bûdce, mûçe, hinartina petrolê û pirsgirêkên din ên îdarî, darayî û aborî hatin gotûbêjkirin.

Serkirdeyan amaje bi wê yekê jî kir ku divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin û wan diyar kir ku ew li ser heman nêrînê ne ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji vê rewşê zirarê nebînin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir “Divê çareseriyeke dawî ji bo mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hebe û bi mijarên din re neyê tevlihevkirin.”

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şîya Sûdanî
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Fayeq Zeydan

Di civîna Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan re behsa alîkariya navbera desthilatdariya dadwerî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û pêwîstiya parastina aramiyê hat kirin.

Her du aliyan tekezî li ser rol û pêgeha desthilatdariya dadweriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat kir.

Herwiha behsa êrişên ser şandên dîplomatîk û hêzên hevpeymanan û armanckirina Pêşmergeyan jî hat kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku  divê aramî û asayîşa welat bê parastin û Îraq nekeve nav pirsgirêk û nakokiyên herêmê.

Herwiha her du aliyan armanckirina Pêşmergeyan wekî metirsiyeke li ser aramî û seqamgîriya welat bi nav kir.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Fayeq Zeydan
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezalî

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokê Esaîbî Ehlî Heqê Qeys Xezalî re jî civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezalî di civînê de rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê gotûbêj kir.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya welat û dûrxistina Îraqê ji nakokiyên herêmî kir.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezalî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û wan piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog nîşan da.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê û pêwendiyên Îraqê bi welatên herêmê û cîhanê re mijarên din ên civînê bûn.

Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezalî
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtinek pêk anî.

Di wê civînênê de jî rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hatin gotûbêjkirin.

Her du alî, li ser girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî de ji bo rûbirûbûna aloziyên niha û parastina aramiya siyasî li welat û dûrketina welat ji aloziyên herêmê, hemfikir bûn.

Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraqê û deverên Madeya 140î ya destûrê jî hatin gotûbêjkirin.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Nûrî El Malikî

Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî El Malikî û Nêçîrvan Barzanî jî li Bexdayê civiyan.

Malikî piştî hevdîtinê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Malikî diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de “Ne mijara armancê ye, neçariyek e.”

Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nurî Malikî anî ziman ku çaresernekirina pirsgirêkan dê ne li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê jî be.

Malikî eşkere kir ku bi Serok Nêçîrvan Barzanî re pêvajoya siyasî, pêwendiyên dualî û rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê gotûbêj kirine.

Serokwezîrê berê Malikî got:

“Me li ser avakirina welatekî aram û parastina Îraqê ji hemû alozî û pirsgirêkên ewlehiyê li hev kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî El Malikî daxuyanî da û got:

“Di çarçoveya parastina maf û desthilatên hemû pêkhateyan de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hevdîtinên Hikûmeta Federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanowski

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amarîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê Romanowaski civiyan.

Serokatiyê diyar kir ku her du aliyan pêşveçûnên siyasî, rewşa ewlehiyê ya Îraqê, peywendiyên Bexda- Hewlêrê, çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de gotubêj kirin.

Herwiha hat gotin ku geşedanên li herêmê û encamên ku dê bi xwe re bîne hatine nirxandin.

Aliyan li ser girîngiya mijarên wekî “parastina aramî û aşitiyê û astengkirina aloziyan” li hev kir.

Serokatiyê diyar kir ku pêwendiyên Amarîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, herwiha mijarên di berjwendiya her du aliyan de jî hatin gotûbêjkirin.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Alina Romanowski
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Abduletîf Reşîd

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê li Bexdayê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û çend mijarên din civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Abduletîf Reşîd daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Abduletîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê kiriye.

Her du aliyan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirikan divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê guftûgoyên xwe berdewam bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku “jiyan û refaha xelkê Herêma Kurdistanê divê bi pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Îraq bikeve nav nakokiyên herêmê û her alî ji bo parastina berjewendiyên bilind, aştî û aramiyê bixebitin.


Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “rerewşa ewlehiya Îraqê, gef û metirsiya terorîstan, êrişên terorîstên DAIŞê yên li ser hêzên çekdar û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û welatiyan, pêşhateyên şer û aloziyên dawî û bandor û encamên wan ên li ser herêmê hatin gotûbêj kirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Barzanî û Feyaz tekezî li ser wê yek kir, “Nabe Îraq bikeve nava aloziyên herêmî û parastina aştî, aramî û berjewendiyên bilind ên welat ji bo hemûyan xala sereke be.”

Herwiha her du aliyan bal kişand ser wê yekê ku hedefgirtina Pêşmergeyan û êrişên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê dê zirarê bidin aramî û aştiya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêwendiyên Îraqê yên bi welatên cîran re mijarên din yên civînê bûn.


Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Bedrê Hadî Amirî li Bexdayê hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî daxuyeniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî û Amirî destnîşan kiriye ku “Divê mafên aborî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê werin dayîn.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di hevdîtinê de “rewşe siyasî û ewlehiyê ya Îraqê” û “aloziyên li herêmê” hatine nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Bedrê diyar kiriye ku “Divê aramiya Îraqê û jiyana xelkê werin parastin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina van pirsgirêkan bi rêya dîyalogê” jî hinek babetên vê hevdîtinê bûn.


Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Medelawî

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn Nêçîrvan Barzanî bi Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Medelawî jî hevdîtinek kiriye.

Li gorî vê daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Medelawî rewşa siyasî û ewlehiyê û rêyên çareserkirina pirsgirêkan guftûgo kirine.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di hevdîtinê de pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û di çareserkirina van pirsgirêkan de rola Parlamentoya Îraqê hatine nirxandin.

Barzanî û Medelawî amaje pê kir ku ewlehî û aramiya tevahiya Îraqê bi hev re têkildar e û wan got:

“Tekçûna aramiya beşeke Îraqê têkçûna tevê Îraqê ye. Herwiha ji bo parastina aramiya Îraqê dive hemû alî bi hev re bixebitin.”


Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe de bi Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî re civiya.

Heyder Ebadiyê ku berê serokwezîrê Îraqê bû li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê got:

“Nabe ku karmend baca nakokiyên siyasî bidin. Samana Îraqê ya hemû Îraqiyan e, nabe ku ez vê samanê bidim beşekê û nedin beşeke din.

Îraqî li kû derê bin Îraqî ne, Îraqiyên pileya yekem û duyem nînin. Hemû Îraqê pileya yekem in. Ji ber vê lazim e em di çareserkirina pirsgirêkan de girîngiyê bidin berjewendiyên welatiyên xwe.”

Heyder Ebadî anî zimên ku di civîna wî û Nêçîrvan Barzanî de mijarên bi Îraqiyan re têkildar hatine nirxandin.

Ebadî ragihand ku “Nakokiyên li Xezeyê û kuştina xelkê rasterast bandore li Îraqiyan dikin” û  got, “Nabe em li hemberî vê zilma ku li Filistîniyan tê kirin bêdeng bin.”

Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî, li ser dronên ku li Hewlêrê êrişî hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dikin jî got:

“Em li yek welatî dijîn, divê em mesele were çareserkirin, dive ji bo çareseriyê planeke dewletê hebe.

Heke li gorî dewletê hinek hêzên li dijî Îraqê hene, dive dewlet van hêzan derxe.

Em naxwazin li Îraqê hebûna Hevpeymaniya Navneteweyî wekî dema DAIŞê be. Piştî têkbirina DAIŞê hêzeke baş a Îraqê heye û dikare pişta xwe bi vê hêzê qewîn bike.

Rewşa Îraqê ya aborî baş e, herwiha ji bo pêwendiyên navneteweyî sîstemeke wê ya baş heye.”


Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Umer Hekîm

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Tevgera Hikmetê Umer Hekîm re jî civînek kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê civînê de “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya dewamkirina diyalogê” hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê ragihand:

“Her du alî hevra bûn ku divê pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin û dive mafên hemû pêkhateyên Îraqê parastî bin.

Divê welatiyên Îraqê baca nakokiyên siyasî nedin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Umer Hekîm amaje pê kir ku, “Divê berjewendiyên welêt û parastina welêt beriya her tiştî bin û divê Îraq bi ti awayî nebe beşek ji alozî û nakokiyan.”

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya bernameya xwe ya Bexdayê de bi serokwezîrê berê yê Îraqê Dr. Adil Ebdulmehdî re jî civiya.

Barzanî û Dr. Adil Ebdulmehdî diyar kir, “Berdewamkirina dîyalogê, hevdîtininên aliyên siyasî û pêkhatiyên Îraqê û herwiha rihê niştîmanî girîng in.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtina Barzanî û Adil Ebdulmehdî de babetên wekî, “rewşa siyasî ya Îraqê û rûdanên dawiyê yên li herêmê” hatine şîrovekirin.

Dîsa li gorî daxuyaniyê, “hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê jî” hatine nirxandin.


Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Ebdulsade Elfirêcî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Elfirêcî re jî civinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, her du aliyan destnîşan kiriye ku “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê ti sûdê nagihînin Îraqê.”

Dîsa di vê hevdîtinê de peyamên wekî “Divê diyaloga Hewlêr û Bexdayê bidome” û “Divê mafên aborî yên Herêma Kurdistanê werin dayîn” hatine dayîn.

Nêçîrvan Barzanî û Ebdulsade Elfirêcî herwiha bal kişandiye ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Îraqê.


Axaftina Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên îro, konferanseke rojnamegeriyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivandin.

Barzanî da zanîn, Encûmena Wezîran a Îraqê biryar daye mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne û ev biryar jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser civînên xwe yên li Îraqê got:

“Bi bi hemû hêzên siyasî û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Heta ku em li vî welatî li vê erdnîgariyê bijîn ev civîn normal in.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe û Bexdayê em dê gelek van ziyaretan bikin û hewl bidin ku pirsgirêkan çareser bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku di hevdîtinan bi giranî li ser mijarên wekî “qutê xelkê Herêma Kurdistanê, mijara ewlehiyê û êrişên dronan” rawestiyane.

“Divê êrişên bi dronan rawestin”

Barzanî li ser êrişên bi dronan ên li Hewlêrê jî ragihand:

“Ev êriş hem ewlehiya Îraqê hem jî ya Herêma Kurdistanê dixin metirsiyê, gefê li mafê serweriyê dixwin. Di hemû hevdîtinên de ev xala me ya sereke bû.

Têkbirina aramiya Hewlêrê têkbirina aramiya hemû îraqê ye, divê êrişên bi dronan rawestin.”

“Me helwesta xwe nîşan da”

Barzanî li ser pirsa, “Kesî li ser bidawîbûna êrişan garantiyek da we?” got:

“Kesî ti garantî neda lê min di axaftinên xwe de helwesta Herêma Kurdistanê bi awayekî gelekî zelal anî zimên, em vê helwesta xwe ducare jî dikin.

Yên ku van êrişan dikin grûpên neyasayî ne. Hewlêr çi ye, Bexda çi ye? Yên ku serweriya Hewlêrê binpê dikin serweriya Îraqê binpê dikin.

Hewlêr bajarekî Îraqê ye û ferqa serweriya Hewlêr û Bexdayê nîne. Dema hinek grûpên çekdar serweriya Herêma Kurdistanê binpê dikin, ew serweriya Îraqê jî binpê dikin.

Divê ev êriş werin rawestandin, nabe ku ev wiha berdewam bike. Di vê mijarê de têgihiştineke baş heye, êm hêvî dikin ku ev mijar were çareserkirin.”

“Destpêkeke baş e”

Nêçîrvan Barzanî li ser mijara budce û mûçeyan jî wiha axivî:

“Helwesta Serokwezîr (Serokwezîrê Îraqê) a li ser van mijaran erênî bû. Ez dizanim ji bo çareserkirina vê mijarê hewl dide.

Li gel ku îro ne li rojevê bû jî Encûmena Wezîran a Îraqê biryar da ku pereyan bişîne Kurdistanê, ji ber vê yekê ez spasiya Serokwezîrê Îraqê dikim.

Ev biryar jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e.”

“Divê mijara mûçeyan nebe mijara nakokiyên siyasî”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku gelê Herêma Kurdistanê di mijara mûçeyan de sebreke mezin nîşan daye û pê de çû:

“Gelê Kurdistanê sebreke mezin nîşan da, ez hêvîdar im ku ev mesele êdî nebe pirsgirêkeke.

Mûçeyên Herêma Kurdistanê jî wekî mûçeyên din ên hemû Îraqê ne, divê bi rêyên xwezayî û asayî werin dabînkirin.

Li gorî me, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû berpirsiyariyên xwe anîne cih.

Bexda di mijara mûçeyan de çawa nêzîkî aliyên din ên Îraqê dibe, divê bi heman şiklî nêzîkî Herêma Kurdistanê jî bibe.

Divê mijara mûçeyan nebe mijara nakokiyên siyasî.”

“Hilbijartin gelekî bi paş ketin”

Barzanî li ser mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wiha axivî:

“Hilbijartin gelekî bi paş ketin, bipaşketina zêdetir a hilbijartinan dê ji bo şeriyeta saziyên Herêma Kurdistanê pirsgirêkan ava bike.”

 

Rudaw

Top