Di serokatiya Serok Barzanî de polîtburoya PDKê civiya
Ji bo gotûbêjkirina çend mijaran polîtburoya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî di civînê de ye.
Li gor zanyariyan îro 01.02.2024ê polîtburoya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî civiya û civîn heta amadekirina vê nûçeyê jî berdewam dikir.
Li gor K24ê di civînê de rewşa siyasî, aborî, ewlehî ya Iraq û navçeyê û rêveçûna helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê û herwaha çend mijarên navxweyî dê bên gotûbêj kirin.