Serokwezîrê Îraqê ji Serok Barzanî re sersaxî xwest
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber wefata xwişka wî, ji Serok Barzanî re sersaxî xwest.
Di daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê de hat gotin:
“Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber wefata Zekiya Mele Mistefa Barzaniyê, ji Serokê PDKyê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re sersaxî xwest.”
Zekiya Mela Mistefa Barzaniya ku ev demek e tedawî dibû, 23yê Sibatê li Nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kiribû.
Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku dê şîna Zekiya Barzaniyê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê 3 rojan di navbera 10:00-12:00 û 14:00-17:00 de were danîn.